Muslim: Tehdîda DAIŞ didome
Muslim: Tehdîda DAIŞ didome
Muslim: Tehdîda DAIŞ didome
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enver Muslim ê bi rêya Skype beşdarî panela bi mijara “Kobanê diaxive” ya ji aliyê Hewldana 78'an hat lidarxistin bû, got ku çeteyên DAIŞ ên li hember berxwedana YPG/YPJ di aliyê leşkerî de bi ser neketin berê xwe dane gel û heta êrîşên DAIŞ bişkin wê têkoşîna xwe bidomînin. Muslim ji bo alîkariyên ji Kobanê re dewam bikin bang li raya giştî ya navneteweyî kir.
Hewldana 78'an, bi beşdariya rojnamevanên berxwedana Kobanê dişopînin li Salona Cezayîr a Beyoglu bi mijara “Kobanê diaxive” panelek li dar xist. Rojnamevan Celal Başlangiç, Fehîm Taştekîn, Mete Çubukçu, Ragip Duran û Veysi Altay ku wek axaftvan û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî bûn. Di panelê de ku berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can axaftina vekirinê kir, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enver Muslim bi rêya Skype tevlî panelê bû. Muslim beriya dest bi axaftina xwe bike silavên şervanên YPG/YPJ’ê li beşdaran kir.
Muslim got, "Baweriya me bi ciwanên me heye. Bi saya berxwedana ciwanên me yên YPG û YPJ'ê Kobanê sembola berxwedanê wergirt.”
Muslim di dewama axaftina xwe de diyar kir hêzên koalîsyonê li nuqteyên aîdî DAIŞ xistine, lê êrîş û talûkeya DAIŞ hê didome. Muslim got ku çeteyên DAIŞ ên li hember berxwedana YPG/YPJ di aliyê leşkerî de bi ser neket berê xwe daye gel û heta êrîşên DAIŞ bişkin wê têkoşîna xwe bidomînin. Muslim ji bo alîkariyên ji Kobanê re dewam bikin bang li raya giştî ya navneteweyî kir.
Muslim der barê nûçeyên ku tê gotin, "DAIŞ depoyên cebilxaneyên aîdî YPG'ê teqandine” ne rast in û wiha axivî: "Nûçeyên ku tê gotin, cebilxane hatine teqandin ne rast in. Yekîneyên me di vê eniyê de berxwedana xwe didomîne.”
Muslim der heqê nîqaşên korîdorê û îdîayên pêşmerge hatine Kobanê de wiha got, "Heta niha bi me re tu pêwendiyeke fermî çênebûye. Em erênî nêzî vekirina korîdorê dibin. Lê belê pêwîst e di navbera Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê de korîdorek bê vekirin. Ji bo hêzên YPG/YPJ li gel hev têbikoşin.”
Piştî Muslim Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî axivî. Abdullah got ku DAIŞ tevayî hêza xwe kom dike, êrîşî Kobanê dike û got ku hêzên YPG/YPJ ji bo van êrîşan berteref bikin wê şerê xwe dewam bikin.