Muslim: Pergala li Rojava ji ya YE jî serkeftîtir e

Muslim: Pergala li Rojava ji ya YE jî serkeftîtir e

Li bajaroka Rijwijk a Lahey a Hollanda paneleke ku têde pêşveçûnên dawî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê hatin nirxandin pêk hat.  Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Berpirsiyarê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar jî tevlî panelê bûn. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê di panelê de axivî behsa pergala kantonan a li Rojava kir. Berpirsiyarê Polîtburoya YNK’ê Mela Bextiar jî got ku êdî gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûye hêzeke ku nikare bê înkarkirin.

Li bajaroka Rijwijk a Lahey a Hollanda Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û Berpirsiyarê Polîtburoya YNK'ê Mela Bextiyar beşdarî panela ku tê de pêşveçûnên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê tên nirxandin bûn. Di panela ku gelek kes beşdar bûn, nêviyê panelê bi axaftinên Muslim û Bextiyar û nîvê din ê panelê bi pirs û bersivan derbas bû.

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ve hat kirin. Muslim di axaftina xwe behsa pergala kantonan kir û got, “Dema di sedsala 20. de sînorên Rojhilata Navîn hatin xêzkirin Kurd tine hatin hesibandin  û kirin 4 parçe. Lê niha Kurd bi berxwedana xwe di bihara gelan de, gihiştine asteke ku pêşengiyê ji demokrasiyê re bikin. Gelê Kurd îro bi qasî ku di dîrokê de nehatiye dîtin yek e û neteweyeke .”

Muslim got ku pergala Rojava modeleke xweser a demokratîk e, beriya bixin meriyetê jêresaziya wê amade kirine.

Muslim axaftina xwe wiha domand, “Bi giştî bi 35 partî û saziyan bi awayekî hevpar me ava kir û pergala kantonan me kir meriyetê. Bi awayekî demokratîk û bi armanca temsiliyetê ji jinan û gelan re kota hatin dayîn. Ez bawer im ev pergal ji Yekîtiya Ewropa (YE) wêdetir serkeftî ye. Ji ber her kes dikare xwe di vê pergalê de temsîl bike. Dema şerê li Sûriyeyê rû da, me pêngava xwe pêş xist û xweseriya demokratîk kir pratîkê.”

Muslim herî dawî got, “62 roj in, têkoşîneke muezzem tê dayîn. Me heta niha wer zanîbû ku dostên Kurdan tenê çiyan e. lê me dît ku li 40 welatên cuda di carekê de bi milyonan mirov ji bo Kobanê bûn yek dil. Ev jî ji ber doza me ya mafdar e. Êdî gelê Kurd ne bi tenê ye.”

‘GELÊ KURD LI ROJHILATA NAVÎN BÛ HÊZEK’

Berpirsiyarê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar jî diyar kir ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûye hêzeke ku êdî nikare bê înkarkirin.  Bextiyar got ku dema cara yekemîn hatin Hollanda siyasetmedarek an jî nûnerekî ku bi wan re hevdîtinê bikin tune bû û wiha dewam kir, “Bi salan em tune dihesibandin. Niha ji bo bi me re rûnin dikevin rêzê. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn êdî bûye hêzeke ku nayê înkarkirin. Ev hemû bi têkoşîna ku gelê Kurd bi pêşmerge û gerîlayên xwe re bi rê ve dibe pêk hatine.”

Mela Bextiyar têkildarî pergala Rojava jî got ku pergalake wiha ye ku hem di aliyê teorîk û hem jî aliyê pratîk de mirov dibe heyranê wê.