Mûrad Mihçi: Xweparastin berpirsyariyeke kolektîf e

Mûrad Mihçi destnîşan kir ku feraseta xweparastinê ya Rêber Apo bandoreke gelekî hêja li hebûna Kurdan û gelên Rojhilata Navîn dike.

MÛRAD MIHÇI

Hevberdevkê Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Mûrad Mihçi li ser mijarên zimanê dayikê, çand, dîrok û xweparastinê axivî.

'EM NEVIYÊN BERXWEDÊRÊN 1915'AN E'

Mûrad Mihçi diyar kir ku xweparastinê li vê cografyayê di salên 1915'an de bi gelê Ermen destpê kir û got, "Wê demê di encama qirkirinê de civaka Ermen neçar man ku li hin herêmên diyarkirî parastina xwe bike. Weke gelê Ermen, em neviyên berxwedêrên wê demê ne.

Bi xweparastina berxwedêran re, li gel qirkirinê jî civak heta îro li ser piyan ma. Pirsgirêka herî mezin vê demê ji bo Kurdan derbas dibe. Beşeke girîng a civakê ku naxwaze li hemberî asîmîlasyon û cihêkariyê bêdeng bimîne, xwe diparêze. Ev xweparastin gelek tiştên weke çand û aboriyê di nava xwe de vedihewîne. Dema ku em bala xwe didin rabirdûyê, dibînin bê xweparastin çiqasî girîng û pîroz e."

PARASTINA RENG, JIYAN Û KESAYETIYA XWE

Mihçi destnîşan kir ku mijara herî girîng a xweparastinê zimanê dayikê ye û got, "Xweparastina di zimanê dayikê de dewamkirina hebûna gelekî ye. Careke din dema em berê xwe didin rabirdûyê divînin ku eger weke Ermen me karîbûye zimanê xwe yê dayikê heta niha biparêzin, li gel rewşa me ya 'bêwelat' mayinê jî bi saya parastina zimanê xwe yê dayikê ye.

Kurd jî bi heman rengî li cografya xwe bi zimanê xwe yê dayikê jiyan. Dewameke kampanyayên 'Bi Tirkî biaxive' hîn jî heye. Li gel ku cihek nîne ku Kurd karibin lê zimanê xwe yê dayikê, zaravayên xwe hîn bibe, bi xweparastinê têdikoşin û zimanê xwe diparêzin. Parastina reng, jiyan û ya herî girîng jî parastina kesayetî û hebûna xwe, hêmanê herî girîng ê xweparastinê ye."

'ROJ JI ROJHILAT HILAT'

Mihçi destnîşan kir ku xweparastin berpirsyariyeke kolektîf e û got, "Bi taybetî dema ku em 40 salên dawî yên Kurdan dinirxînin, dibînin ku hişyarbûyîn û nêrîneke kolektîf ji bo gelên din jî hişyarbûneke. Têkoşîna Kurdan a ji bo zimanê xwe yê dayikê û rabirdûya xwe ya dîrokî, ji Laz û Çerkesan re jî bû hişyarbûnek. Ev yek bû roj û rojaniheke gelekî girîng. Roj ji rolhilat hilat."

'ABDULLAH OCALAN LI QADA LEGAL DENG VEDA, BANDOR KIR'

Mûrad Mihçi diyar kir ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû mîna rojekê û got, "Abdullah Ocalan bi nêrîna xwe ya gerdûnî ne tenê li erdnîgariya me her wiha li derveyî sînor jî bû xwedî bandor. Eger rêbaza xwe ya têkoşînê tenê bi şer kiribûya, dibe ku ewqasî serketî nebûya. Lê belê şêweyekî têkoşînê yê ku bingeha xwe ya felsefîk heye, li qada legal hîn bêhtir bi bandor bû. Em dibihîzin û zanin ku îro dijberên wî jî nivîs û pirtûkên wî dixwînin û xwe jê xwedî dikin. Di nivîsên xwe yên berê de tiştên ku ji bo Rojhilata Navîn digot, îro li Rojhilata Navîn pêk tên. Lîderekî girîng ê gelê Kurd e, lê belê di heman demê de li vê cografyayê xwedî temsîliyetekê ye."