Muduriyeta Perwerdeyê di nêçira mamosteyên raperîner de ye!
Muduriyeta Perwerdeyê di nêçira mamosteyên raperîner de ye!
Muduriyeta Perwerdeyê di nêçira mamosteyên raperîner de ye!
Muduriyeta Perwerdeyê ya Bajarê Enqerê, ji mudurên dibistanan xwest navên mamosteyên beşdarî çalakiyên piştgirîdayîna berxwedana Parqa Gezî bûne, ji wan re ragihînin.
Piştî ku Muduriyeta Perwerdeyê ya Bajarê Enqerê mudurên navçeyan li hev kom kir û lîsteya mamosteyên beşdarî çalakiyan bûn xwest, Mudurê Perwerdeyê yê Navçeya Çankayayê Halûk Seydan, bi mudurên dibistanan re civîn lidar xist. Derket holê ku Saydan di civînê xwe xwestiye der heqê mamosteyên nehatine dibistanê karê pêwîst wereke kirin û parastina mafmosteyên sendîkayî yan ne sendîkayî were girtin. Saydan ji muduran xwest, mamoste û xwendekarên tevlî xwepêşandanan bûne, ji wan re bê ragihandin.
Her weha derket holê ku mudur û alîkarên mudurên hin dibistanan rojên Şemî û Yekşemê bi telefonê li malên mamosteyan geriyane û xwestine hîn bibin ka li malê ne yan na.
Serokê Egîtîm Şaxê 2. ê Enqerê Dengîz Sonmez li hemberî vê rewşê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku ewê giliyê mudurên dibistanan ên ceza dane, bikin.