MŞD'ê ji bo çalakiyên li Berlîn û Brukselê banga tevlîbûnê kir
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên PDK'ê bang li Kurdistaniyan, bi taybetî civaka Êzidî kir, ku tevlî çalakiyên 10'ê Adarê bibin.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên PDK'ê bang li Kurdistaniyan, bi taybetî civaka Êzidî kir, ku tevlî çalakiyên 10'ê Adarê bibin.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, êrîşa çeteyên PDK-AKP'ê yên 2'ê Adarê ji bo temamkirina fermana 3'ê Tebaxa 2014'an hatin kirin.
MŞD'ê bang li hemû Kurdistaniyan kir, ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û heta ev çete ji herêmê bên derxistin, dengê xwe bilind bikin.
MŞD'ê bal kişand ser çalakiyên 10'ê Adarê bi vê armancê werin lidarxistin û banga tevlîbûna van çalakiyan kir:
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Cih: Pêşiya Meclîsa Hikûmeta Elman
Platz der republik 1
Berlîn
Saet: 14:00
10.3.2017
Cih: Pêşiya Parlamenta Ewropayê
Place Luxembourg
Bruksel
Saet: 11:00
10.3.2017