MSD: Bila herêm li firîna balafiran bê qedexekirin

Hevserokên MSD'ê li paytexta Fransa Parîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin û ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li firîna balafiran bê qedexekirin bang kirin.

Hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (QSD) Riyad Derar û Îlham Ehmed, ji bo gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk binirxînin û hevkariya navbera Fransa û rêveberiya Bakur-Rojhilatê Firatê xurt bikin, îro serdana Fransayê kirin.

Hevserokên Desteya Rêveber a MSD'ê li paytexta Fransa Parîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar işaret bi gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir û got, êrîşkariya dewleta Tirk rê li ber wê yekê vedike ku çete li herêmê belav bibe.

Derar diyar kir, di demeke wiha de serdana Fransayê kirin û bi bîr xist, Fransa piştî Emerîkayê hêza duyemîn e li nava Koalîsyona Navneteweyî ku li ser xaka Sûriyeyê xwedî hêz e.

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed jî bang li Fransayê kir ku firîna balafiran li ser asîmanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexe bike. 

Îlham Ehmed got, eger Tirkiye êrîşê bibe ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk neçar bimînin xwe ji aliyê Dêra Zorê vekişînin û parastina sînorê xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk bikin.

Ehmed her wiha diyar kir, gefên dewleta Tirk a dagirker wê aloziya Sûriyeyê girantir bike, bibin sedem ku hîn bêhtir xwîn birije û got, diyaloga Sûrî-Sûrî çareseriya aloziya Sûriyeyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe û di demeke wiha de Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trûmp ragihand ku wê hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.