MPKE: Pêwîste Tirkiye bi Kurdan re aştiyê pêk bîne
MPKE: Pêwîste Tirkiye bi Kurdan re aştiyê pêk bîne
MPKE: Pêwîste Tirkiye bi Kurdan re aştiyê pêk bîne
Meclisa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) pêşnûmebiryara rapora Tirkiyeyê xist deng danê. Di encama dengdanê de li hemberî 35’an bi 142 dengan hate pejirandin. Li gel dengdanê jî daxwazên weke “Pêwîset Tirkiye bi Kurdan re muzakereyan bike, aştiyê pêkbîne û ji bo vê qayîm jî bike pêwîste makezagonekî nû bê amadekirin” bûn biryarên MKPE.
Weke din jî îbareya ku “faliyetên terorî yên PKK’ê bû sedema qurbaniya 40 hezar kesan” ya di raporaê de bi piraniya dengan hate red kirin. Li cihê wê îbareya “Di pevçûnên di navbera Tirkiye û PKK’ê de 40 hezar kes bûn qurban” cih girt û bû biryar.
‘PÊWÎSTE MAFÊN CIVAKA ELEWÎ BÊNE ÎADE KIRIN’
Li aliyê din jî endamê MPKE yê BDP’yî Ertugrul Kurkçu ji bo raporê têkildarî îadekirina mafên Elewiyan pêşniyar pirsek da. Kurkçu di pêşniyarpirsa guhertinê de got: “Pêwîste rayedarên Tirkiyeyê mafên cemxane û perwerdeya baweriyê, mafên hatine dagirkirin, mal û îbadexaneyên hatine jêstandin bêne îadekirin.” Her wiha ji bo ev daxwaz bikevin jiyanê jî, îbareya bi civaka Elewî re jî pêvajoyek ya diyalogê bê destpêkirin di raporê de cih girt.