MP ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ragihand

MP ya HDP’ê encamnameya xwe ragihand. Di encamnameyê de hate gotin girankirina tecrîda li ser Imraliyê bûye gaveke hemû li ser muxalîfan jî zext were zêdekirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna Meclîsa Partiyê (MP) a 29-30’ê Îlonê ragihand.

Civîn diyarî siyasetmedarê Kurd Ibrahîm Ayhan hate kirin ku beriya bi demekê çûbû ser dilovaniya xwe.

Di encamnameyê de rehînbûna wekîla Colemêrgê Leyla Guven hate destnîşankirin û hate xwestin ku Guven demildest were berdan.

TECRÎDA IMRALIYÊ

Di encamnameyê de tecrîda girankirî ya liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin, hate gotin tecrîd a ku ev 3,5 sal in li ser Ocalan tê kirin tecrîda herî giran e û ev tecrîd êrîşeke giran e li ser vîna Ocalan e ya ku nayê şikandin.

Di encamnameya PM’ê ya HDP’ê de hate gotin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha tecrîda li ser vîna Kurdan e. Bi domdarî wiha hate gotin, ‘’Girankirina tecrîdê ya li Imraliyê bûye gaveke ku zexta li ser jin, karker, kedkar, rewşenbîr, xewndekar, nûçegihan û hemû muxalefên dî were zêdekirin. Ji bo bidawîrkirina tecrîdê têkoşîna me ya demokrasî û mafê mirovan li qadên dîplomatîk û hiqûqî wê bidome.’’

Li ser biryara DMME’yê ya têkilî tecrîd û êşkenceya li ser Ocalan hate gotin, biryarê zirar daye ‘misyon’ û ‘pêbaweriyê’ ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.

KRÎZA ABORÎ

Li ser krîza aborî jî hate gotin, ‘’Em li gel wan kesan bin ku li dijî hejarbûna gel, zengînbûna alîgirên desthilatê têdokoşin, em ê bibiryardariya hevparkirin û geşkirina têkoşînê ya bi sendîka û rêxistinên pîşeyî re bidomînin.’’

‘EM Ê BI PARTIYÊN KURD Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ RE TIFAQÊ BIKIN’

Bi berdewamî li ser desteserkirin û dagirkirina şaredariyên Kurdistanê û hilbijartinên xwecih di encamnmeyê de hate gotin, ‘’Li dijî desthilata ku dixwaze şaredariyên me yên desteserkirî bike mîrektiyê rejîmê em ê dîsa hemû şaredariyên xwe bi dest  bixin û li dijî her cure zordariyê em ê hijmara şaredariyên xwe zêdetir bikin. Em ê wan derfetan ava bikin ku vîna gel careke dî bi rengekî xurt derkeve holê. Bi vê armancê li bajarên Kurd di xebatan de em ê hewl bidin tifaqê bi ‘partiyên Kurd û Rêxistinên Civaka Sivîl re bikin’’.’’

SÛRIYE

HDP MP got xeyalên emperyal ên AKP’ê li ser Sûriyê hene, bi rengekî vekirî yan jî girtî destekê didin çeteyan û hate gotin, ‘’Desthilatdarî vê helwesta xwe bi dijminatiya  Kurdan didomîne. Geşedanên li Idlibê careke dî ketiye pêvajoyeke wiha ku çeteyên li wir ên ku wê ji herêmê derkevin wê bi çekan derkevin an bêçek û wê bi kû de biçin ne diyar e. Ên ku gefê li ser rojhilatê Firatê dixwin û gotinên êrîşkar ji devê wan derkevin, diyar e ku wê bixwazin van çeteyan ji bo armancên xwe yên êrîşkar bi kar bînin.’’

 ‘EV FERTONEYA TARÎ TEQEZ WÊ BIQEDE’

HDP MP dawiyê li dijî fazîzma AKP’ê ya ku bi sazîmanî dibe bang li tevgerên civakî yên muxalfîf û hêzên demokrasiyê kir ku li ser zemîneke hevpar werin cem hev û ji bo ku têkoşînê geş bikin, rêxistiniya xwe bikin.  Hate gotin ,’’Partiya me têkoşîna xwe li hêlekê li parlamentoyê û li qadên dî, di têkoşîna heq û hiqûqê, li hemû qadên jiyan û xebatên ku muxalefata civakî lê heye wê bidomîne.

Em dizanin û bawer dikin, gelên me wê vê fertoneya tarî ji ser xwe bavêjin, ev keştî teqez wê bigihe peravê.’’