MOP'ê cejna Netewî ya Akîtoyê ya 1'ê Nîsnaê pîroz kir

MOP'ê cejna Netewî ya Akîtoyê ya 1'ê Nîsanê pîroz kir û got,''Heke ev 6771 sal bin cejna 1'ê Nîsanê/Akîto tê pîrozkirin, ev tê amneya ku hêviyek heye ku dîrokê û roja me digihîne hev.''

Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê (MOP) bi daxuyaniyeke niviskî cejna Akîtoyê pîroz kir û xwest ku bibe sedema demokrasî, wekhevî û azadiyan.

MOP'ê got ew hêvî dikin ku cejna Akîto ji bo Asûrî/Sûryanî/Keldaniyan û neteweyên din bibe roniya hêviya jiyana hevpar û demokrasiyê û bi xwe re hilweşandina hemû dîktator, paşverûtî, nîjatperestî û faşîzmê bîne û netewe azad bibin.

MOP'ê got, ''Li van xakan ku dîroka mirovahiyê vejiyaye heke ev 6771 sal in cejna Akîto tê pîrozkirin ev tê wê maneyê ku hêviyek heye ku dîrokê û roja me digihîne hev...Bi vê hêviyê em dibêjin cejna 1'ê Nîsanê /Akîto li mirovahiyê pîroz be!'''