MOP'ê têkilî biryara vekişînê ya Amerîkayê, gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyê û li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Têkilî biryara vekişînê MOP'ê got, ''Ji dewleta Tirk re vekirina rê ye ku pergala Federasyona Bakurê Sûriyê dagir bike''. MOP'ê bal kişande ser komkujiyên dewleta Tirk ku ji ji Şerê Cîhanê yê 1'ê ve dike.
MOP'ê di daxuyaniyê de diyar kir, dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gelên Rojava bifetisîne û got, ''Di demeke wiha de ku dijminê mirovahiyê DAÎŞ têk diçe, biryara vekişînê ya DYA'yê tê wê maneyê ku dewleta Tirk dîsa destekê bide çeteyên DAÎŞ'ê. Her wiha ev êrîşeke dagirkeriyê ya bi kontrola kapîtalîzmê ye ya li ser pergala demokratîk, wekhevîxwaz û azadîxwaz ku tê xwestin bi vîna gelên Mezopotamyayê/Kurdistnaê were avakirin. Di vê rewşê de derdikeve holê ku kapîtalîzm bi Îslama siyasî û nokerên xwecih de hevalbend e.''
MOP'ê bi berdewamî got, ''Helbet yek ji peywira me ya sereke ye ku em destekeftiyên gelê xwe biparêzin.''
MOP'ê got, ''Bi vê çarçoweyê banga me li gelê Asûr/Sûryan/Keldan ew e ku li dijî hişmendiya qirker a 1915'an a dewleta Tirk rawestin û ev helwest tê maneya xwedîderketina li vîn, rûmet, nirx, dîror, çanda gel û şehîdan.''
Têkilî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî MOP'ê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê slav kir û got, tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelan, kedkaran, ciwan, jinan û tecrîda li ser vîna demokratîk e.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Banga me li raya giştî ya cîhanê ew e ku tecrîdê bibînin, destekê bidin çalakgerên greva birçîbûnê û li bara faşîzma dewleta Tirk bêdeng nemîne!
Doza heq a demokratîk a gelên Mezopotamya/Kurdistanê û Anatoluyê, civîna li dor Şoreşa Rojava wê faşîzma dewleta Tirk ku ji Îttîhat Terakkiyê û heta niha tê hilweşîne.
Rawesta li dijî kapîtalîzmê, îslama siyasî û nokerên wan ên xwecih, rawesta li ser nirxên sincî yên mirovahiyê ye.''