MLKP'yî: Em Kobanê veguherînin Staldîngrad a hemdem
MLKP'yî: Em Kobanê veguherînin Staldîngrad a hemdem
MLKP'yî: Em Kobanê veguherînin Staldîngrad a hemdem
Nûnerê MLKP'ê Yaşar Agît ê li bajarê Elmanya Kolnê di greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ye got, "Ji bo em Kobanê veguherînin Stalîngrad a hemdem bang li hemû hêzên şoreşger dikim ku li dijî DAIŞ'ê li ber xwe bidin."
Bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li gelek navendên Ewropayê çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin. Greva birçîbûnê ya Kurd û dostên wan ên li Eyaleta Nordhrein Westfalen a Elmanyayê dijîn dane destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Li ser navê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) 7 kes di grevê de ne. MLKP'yiyan dan xuyakirin ku divê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê bê parastin û bang li hemû şoreşger û demokratan kir ku piştevaniya Kobanê bikin.
'DIVÊ HÊZÊN ŞOREŞGER BEŞDARÎ BERXWEDANÊ BIBIN'
Ji beşdarên greva birçîbûnê Yaşar Agît ê MLKP'yî diyar kir ku parastina Kobanê ferza mirovbûyînê ye û got, "Îro hem li Kobanê hem jî li Şengalê komkujî tê jiyîn. Rêxistina çete ya jê re DAIŞ tê gotin, komkujiyê tîne serê tevahiya gelên li herêmê. Hêzên mêtînger û paşverû destekê didin vê. Serkêşiya vê jî Tirkiye dike. Di vir de armanc fetisandina şoreşa Rojava ye. Em jî ji bo li hemberî vê rawest in, me dest bi greva birçîbûnê kirin."
Agît ragihand ku Rojava roniya Rojhilata Navîn e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çawa ku duh li Stalîngradê hemû komunîst li dijî faşîzma Hîtler bûn yek û şer kirin, îro jî divê hemû hêzên şoreşger û komunîst xwedî li Kobanê derkevin. Divê Kobanê veguherînin Stalîngrad a hemdem. Divê DAIŞ û hemû hêzên paşverû bên qewirandin. Ev wezîfeyeke şoreşgerî ye. Ji ber ku şoreşa Rojava şewqa Rojhilata Navîn e. Avabûna sîstemeke demokratîk e. Ji ber vê yekê rastî êrîşa hêzên paşverû tê."