MLKP: Ji bo Rojava dema serhildanê ye

Rêxistina Kurdistanê ya MLKP'ê diyar kir, gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, artêşa wê ya şoreşger wê li dijî dagirkeriyê, bi berxwedaneke mezin xaka xwe biparêzin.

Rêxistina Kurdistanê ya MLKP'ê der barê planên dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger di her kêliyê de dikare dest bi dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê bike û hate gotin, "Dîktatoriya Qesrê destûra pêwîst ji DYE'yê wergirt ku xulamê wan e. Dewletên Rûsya, Îran û Sûriyeyê êrîşa dagirkeriyê pejirandin. CHP'ê jî bi konferansa Sûriyeyê re nîşan da ku wê piştevaniya dagirkeriyê bike. Hêzên şoreşger û yên li dijî şoreşê careke din li hemberî hev rawestiyane. Şoreşa azadiyê ya gelên Rojava, şoreşa jinê ya Rojava, şoreşa enternasyonal a Rojava niha di pêvajoyeke nû de ne. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, artêşa wan a şoreşger wê xaka xwe, rûmet û azadiya xwe bi berxwedaneke mezin biparêzin. Bila kes ji vê yekê gumanan neke."

Di daxuyaniyê de hate gotin, mîna şerê Kobanê divê gelên Kurdistanê, Tirkiyeyê, gelê Ereb û tevahiya dinyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li her deverê li ber xwe bidin û serhildanê geş bikin.