Mizgîn Bîlîn û hevalên wê li Hambûrgê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên 13'ê Îlonê li Çewlikê şehîd bûn bi merasîmekê hatin bîranîn.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên 13'ê Îlonê li Çewlikê şehîd bûn bi merasîmekê hatin bîranîn.
Ji bo Mizgîn Bîlîn (Raperîn Baz) ku 13'ê Îlonê li bejahiya Çewlikê di şerê dijî artêşa Tirk de tevî sê hevalên xwe şehîd bû, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê civîneke bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn piştî serdanên sersaxiyê pêk hat û malbat û xizmên Bîlîn jî tevlî bû.
Bi sedan kesên ji Hambûrg, Bremen, Kassel û bajarên li derdorê beşdarî bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hambûrgê bûn.
Merasîma bîranînê ku ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Ayten Dûrmûş bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî û got, "Eger di dema xwe de em xwedî li vê têkoşînê derketibûna wê Mizgîn û hevalên wê îro şehîd nebûna."
Aktîvîsta jin Done Guzel jî bang li her kesî kir ku bibin neferê vê têkoşînê.
Bavê Raperîn Baz Selahattîn Bîlîn jî got, "Em naxwazin kes bimire. Dilê me dişewite, lê em naxwazin dilê kesî bişewite. Keça min her tim li ber neheqiyê rabû. Bi hatina vê derê re we êşa me sivik kirine."
Hevşaredarê berê yê Amedê Firat Anli, siyasetmedarên Kurd Mehmet Emîn Yildiz û Saît Bîlgîn jî li merasîmê axivîn.
Ji bo Mizgîn Bîlîn (Raperîn Baz) û gerîlayên pê re şehîd bûn find hatin vêxistin û derdora wêneyên wan bi kulîlkan hatin xemilandin.
Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê û belavkirina xwarina xêrê qediya.