Mitînga Strasbourgê: Dema azadiya Ocalan hatiye

Mitînga Strasbourgê: Dema azadiya Ocalan hatiye

Di salvegera 14’emîn komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de bi deh hezaran kes li Strasbourgê hatin cem hev. Serokên Kongra-Gel Remzî Kartal di mîtîngê de axivî û wiha got: “Dema azadbûna Rêber Apo û gelê Kurd hatiye. Îsal peywireke mezin dikeve ser milê kurdan.

Kompoloya 15’ê sibatê li bajarê Strasbourgê ya Fransayê tê protestokirin. Li Place Meînau bi tevlîbûna deh hezaran mîtîng pêk hat. Mîtin bi sirûda Ey Reqîb destpê kir. Serokê FEYKA Kurdistan Mehmet Ulker bi axaftinê vekirinê kir.

Ulker diyar kir ku, gelê Kurd ev 14 sale komployê qebûl nake û nelet dike. Ulker wiha got: “Hêzên navnetewî û Tirkiye divê me gelê Kurd yê 40 milyonê baldar bigire.  Em kesên di ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd de diçin,  Rojhilata Navîn dê bişewitînin.

Ulker got, ev 38 roje di ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de derbaz bû û got; hêjî kujer kîne dernexistine holê.

Piştî Ulker Remzî Kartal axivî û diyar kir ku, berxwedana Gerîla dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan û gelê Kurd bîne.  Kartal anî ziman ku, pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser dibe û got gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derdikeve.

Kartal wiha got: “Divê komkujiya Parîsê ronî  bibe.  heta komkujî dernekeve holê dê têkoşîna gelê Kurd bidome. Sala 2013’an sala azadkirina Gelê Kurd û Rêber Apo ye.  Dema azadkirina gelê Kurd û Rêber Apo hatiye. Peywirê mezin dikevin ser milê gelê Kurd. Gelê me yê Ewropayê peywira me mezine.  Em piştgiriyê didi pêvajoya Rêber Apo daye dest pêkirin. Divê hemû Kurd di berhevkirina kampanyaya îmzeyan de peywira xwe bîne cih.  Dem dema azadiyê ye.”

KJB’ê jî peyamek şand û di mîtîngê de hate xwendin. KJB’ê komkujî şermezar kir û  got; Îngilîstan, Rûsya, Îsraîl û DYA’yê Ocalan kir qurbana berjwendiyên xwe û welatên di komployê de cih girt şermezar kir.

KJB’ê wiha got: “Li gel hemû îşkence û êrîşan Rêber Apo hemû komplo vala derxist. Gelê Kurd di pêngava 4’emîn de Şerê Gel pêşve dibe.  Em komploya qirêj ya navnetewî baş nas dikin.  Komplo bi planeke mezin a tasfiyê didome.  Berê xwe didin gelê Kurd û Serokatiyê. Ligel van planan berxwedana Rêber Apo, gelê me û gerîla hemû vala derketin.  Bedel çi dibe bila bibe dê azadiya Apo pêk were. Dest ji têkoşîna azadiya me bikêşin. Sala 2013’an dê bibe sala berxwedanê.”

Mitîng bi muzîka koma Berxwedan didome.