Mîtînga kedkaran a li Amedê bi astengiyan dest pê kir

Mîtînga Platforma Kedê û Demokrasiyê ya Amedê ku ji bo jiyaneke mirovî û aştiya civakî pêk tîne, dest pê kir. Polîsên Tirk li pêşiya hildana pankartên li dijî şer ên vê çalakiya li dijî şer astengî derxistin pêşiya çalakgeran.

Mîtîng bi dirûşma "Ji bo jiyaneke mirovî û aştiya civakî em demokrasiyê ava bikin" pêk tê.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) pêşengiyê ji mîtîngê re dikin ku li qada stasyonê tê kirin.

Kedkaran qada mîtîngê bi pankartên bi Kurdî û Tirkî xemilandin. Lê belê polîsên Tirk nehiştin ku pankartên "Li dijî şer aştî, "Bi qeyûman û avêtina ji kar hûn nikarin me bêdeng bikin", "Em ê nehêlin ku budçeya gel pêşkêşî şer bê kirin" derbasî qada mîtîngê bên kirin.

Pankarta "Na ji şer, faîz û îsrafê re, budçeya kedkaran" piştî ku gotina "şer" bi kêrê ji pankartê hate jêkirin, hingî derbasî qada mîtîngê kirin.

Kedkar bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana kedkaran" ji du baskan ve ketin qadê. Ji 14 bajaran tevlîbûn li mîtîngê heye.

Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir jî tevlî mîtîngê bûn.