Mişextvanên leşkeriyê: Bi cezayê pereyan hûn nikarin me bitirsînin!
Mişextvanên leşkeriyê: Bi cezayê pereyan hûn nikarin me bitirsînin!
Mişextvanên leşkeriyê: Bi cezayê pereyan hûn nikarin me bitirsînin!
Hikûmet bi rêya 'tirs û panîkê' hewl dide mişextvanên (qaçaxçiyên) leşkeriyê sewqî leşkeriyê bike. Ji bo pêkanîna cezayê pere yê ji mişextvanên leşkeriyê, mişextvanan bersiv dan: 'Çiqasî dixwazin ewqasî cezayê pere bibirin, lê emê neçin leşkeriyê!'
Wezîrê Parastina Millî Îsmet Yilmaz çend roj berê daxuyaniyek da û diyar kir ku Fermandariya Giştî ya Jendermeyan ji destpêka Îlonê ve û Muduriyeta Giştî ya Emniyetê jî ji destpêka Cotmehê ve dest bi lêgerîna mişextvanên leşkeriyê kirine. Yilmaz ragihand ku dê di heman demê de li mişextvanên leşkeriyê cezayê pereyan were birîn û anî ziman ku bi dirêjbûna dema 'mişextvaniyê' re dê cezayê pereyan jî zêde bibe. Li gorî vê yekê, mişextvanekî 2 salan eger kar û barên xwe yê ji bo çûyîna leşkeriyê bi xwe temam bike dê 593 TL cezayê pere bide. Lê eger were girtin dê 2 hezar û 376 TL cezayê pere bide. Ev rêjeya ceza li gorî dirêjiya demê diguhere.
Li dû daxuyaniya Wezareta Parastina Millî, Komeleya Red a Wicdanî daxuyaniyek da û bang li ciwanan kir ku reda xwe ya wicdanî beyan bikin.
Weke ANF me jî bi mişextvanên (qaçaxçiyên) leşkeriyê re hevdîtin kirin. Me ji wan pirsîn ka çima naçin leşkeriyê, cezayê pere dê bandoreke çawa li wan bike.
K.T. yê bi xwe ji Milazgira Mûşê ye anî ziman ku ew 10 sal in mişextvane û ji malbata wî 3 kes mişextvanên leşkeriyê ne.
‘LEŞKERÎ JI BO ME AZAR E’
K.T. sedema neçûyîna xwe ya leşkeriyê wiha anî ziman: "Bingeha daxwaza me ya neçûyîna leşkeriyê, ne saleke kuk leşkerî ji me bidize ye. Şert û mercên civakî û siyasî yên em tê de mezin bûne, leşkeriyê ji bo me vediguherîne êş û azarekê. Pîşeya herî bi tirs û hov a em di zarokatiyê de lê rast hatin, leşkerî bû. Eger hûn li dibistaneke ji zêdeyî 300 xwendekaran bigerin, hûnê nikaribin bi tenê kesekî bibînin ku dixwaze bibe leşker. Her wiha li bajarên rojava dema zarokan bêfesalî dikirin bi gotina "eger tu bêfesaliyan bikî wê apê doktor derziyê li te bide" dihat tirsandin. Lê li cem me ji zarokan re "eger tu bêfesaliyan bikî ezê te bidim leşkeriyê" dihat gotin. Ev yek ne tenê tirsa malbata me ya ji leşkeran bû. Bûyerên ku di zarokatiyê de der heqê leşkeran de derdiketin pêşiya me jî, ev rastî derdixist holê."
‘WELAT DEYNDARÊ MIROVAN E, MIROV NE DEYNDARÊ WELAT E’
K.T. da xuyakirin ku ew gotina "deynê welat" a ji bo çûyîna leşkeriyê tê bikaranîn weke tiştekî "tewşik" dibîne û got, "Mirov deynên xwe yên ji bo welat di dema damezrandina welêt de dide û vê yekê jî dilxwaz dikin. Piştî damezrandinê, êdî deynê mirovan li welêt çê dibin. Yanî eger behsa deynekî bê kirin, hingî deynê mirovan li welêt heye. Niha jî qaşo yên ku 'deyndarên welêt in' dê bi zorê bişînin leşkeriyê, di ser de jî deynekî madî li vî deynî zêde dikin. Ne xema min e! Ne niyeta min a çûyîna leşkeriyê heye, ne jî dayîna pereyan. Eger dê ji bo vê yekê min biavêjin zîndanê û deynan bi vî rengî bistînin, hingî ev tê wateya; mirovên vî welatî di warê madî û manewî de tên talankirin."
BANGA ‘NEÇIN LEŞKERIYÊ’
K.T. bang li hemû ciwanên ketine temenê leşkeriyê û got, "Banga min ji hemû mirovan re ev e: Deynê welat li ti kesî nîne. Berevajî, rizgarkirina mirovan ji kukştina mirovan, deyneke. Bila kes bi zorê neçin leşkeriyê. Eger leşkerî saziyeke parastina ewlekariya civakê ye; ya dilxwaz dê vê bikin yan jî dewlet wê bi sîstema leşkeriya bi pere vê organîze bike."
‘JI BO ÇÛYÎNA LEŞKERIYÊ TI SEDEMA MIN NÎNE’
S.S. jî ragihand ku ew 13 sal in mişextvanê leşkeriyê ye û got, "Ji bo çûyîna leşkeriyê ti sedemeke min nîne. Bi hilgirtina çekê re ezê kê li hemberî kê biparêzim. Qet niyeta min nîne ku ez pîşeyekî xwe ji mirinê xwedî dike, bikim."
‘DEWLET DÎSA RÊBAZA QEZENÇ BIKE-QEZENÇ BIKE DICERIBÎNE’
S.S. diyar kir ku cezayê pere yê li hemberî mişextvanên leşkeriyê weke rewşeke 'komîk' e û got, "Dixwazin bi zorê çekê bide destê kesên naxwazin çekê hilgirin. Vê yekê jî bi rêya nuqteya herî qels a mirovan yanî bi rêya aboriyê hewl didin bikin. Mejiyê dewletê mîna her carê rêbaza 'qezenç bike-qezenç bike' ye. Yanî eger karibe bitirsîne dê mişextvanan bigire leşkeriyê. Eger nikaribe bitirsîne wê cezayê pereyan li wan bibire. Di vir de li mirovan nafikirin. Ez li welatekî bi vî rengî leşkeriyê nakim."