Mirinên li girtîgehan rawestînin!
Însyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bal kişandin ser binpêkirinên mafên li girtîgehên li Herêma Anadalûya Navîn, banga rawestandina mirinên li girtîgehan hate kirin.
Însyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bal kişandin ser binpêkirinên mafên li girtîgehên li Herêma Anadalûya Navîn, banga rawestandina mirinên li girtîgehan hate kirin.
Însyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş di hefeya 223’an de têkildarî binpêkirinên mafên li Girgtîgehên li Herêmên Anadolûya Navîn, li pêşiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê daxuyaniyek da. Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûriye Çevîrmen daxuyanî da û diyar kir ku li Girtîgehên li Herêmên Anadolûya Navîn bi giştî belgeyên 227 girtiyan lêkolîn kiriye li ser nirxandinên parêzerên belge lêkolînkirine yek ji sedemê herî zêde yên binpêkirina mafan ew e ku rê nayê dayîn ku girtî bên dermankirine.
Çevîrmen bibîr xist ku yek ji pirsgirêka herî sereke ew e ku girtî ji mafê xwe yê nexweşxaneyê tê bêparkirin û got: “Di serî de dermankirina bi kelepçe, sewqyata bi beşê biçûk ên wesiytên rîng, tevî daxwaza rapora nexweşiyê jî nayê dayîn, tevî nexweşên giran ên nikarin li girtîgehan bimînin raporên ku dikarin bimînin tên dayîn, direngxistina dermanan ya li girtîgehê, pirsgirêkên ava paqij, li gorî mercên girtîgehê germkirina qawîşan, bi qasî pêwîst amûrên paqijiyê ya nedana girtiyan, astengiyên ava germ tên. Ev jî rê li ber belavbûna nexweşiyan vedike.”
Çevîrmen ev bang kir: “Ji ber van sedeman em bang li saziyên berpirsyar dikin ku carekî din raporên ku xwedî delîlên berbi çav lêkolîn bikin, lez bidin xebatên lêkolînê yên li girtîgehên pêwîst. Mercên girtîgehê baş bikin, raporên ku nikarin li girtîgehê bimînin li ber çav bigrin, bi lezgîn pêşî li mirinê hêdî yên li girtîgehan bê girtin.”