Mirina bi guman a ciwanên Kurd di nava artêşa Sûriyeyê de didome
Mirina bi guman a ciwanên Kurd di nava artêşa Sûriyeyê de didome
Mirina bi guman a ciwanên Kurd di nava artêşa Sûriyeyê de didome
Ciwanê Kurd Îsmaîl Ferhad Mihemed (22) dema li Humsê leşkeriya bi darê zorê ya Sûreyiyê dikir, di encama pevçûn di navbera Artêşa Azad û rejîma Sûriyeyê de jiyana xwe jidest da.
Ciwanê kurd Îsmaîl Mihemed (22) li Humsê leşkeriya bi darê zorê ya rêjîma Sûriyeyê dikir. Tevî Mihemed beriya sal û nîvekî leşkeriya xwe qedandibû jî, lê rejîmê destûr neda ku Mihemed were malê û ew di leşkeiyê de hate hiştin. Mihemed beriya çend rojan di encama pevçûnên di navbera Artêşa Azad û rejîma Sûriyeyê de jiyana xwe jidest da.
Çar roj beriya niha hevaleke Mihemed bi telefonê malbat agahdar kir û got ku Mihemed li Humsê di encama pevçûnên di navbera Artêşa Azad û rejîma Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Îsmaîl Ferhad Mihemed (22) îro wê li gundê Girbawî yê Qamişlo dê bispêrin axê.