Milîsên HBDH’ê rê girtin û meşale vêxistin

Milîsên HBDH’ê diyar kirin wan li Tûzlaya Stenbolê bi çekên ferdî ji bo propagandayê rê girtine û meşale vêxistine.

Milîsên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin “Di 14’ê Îlona 2021’an de roja Sêşemê saet di 22.30’an de hêzên me li Tûzlaya Tenbolê li ser rêya Tûzla-Tepe Oren a diçe pîsta formulayê bi çekên ferdî ji bo propagandayê rê girtin û meşale vêxistin. Hêzên me darbeya faşîst a 12’ê Îlonê û faşîzma AKP û MHP’ê teşhîr kirine.

Hêzên me yên milîsan diyar kirine ku, darbeya faşîst a 12’ê Îlonê îro bi desthilatdariya faşîst a Erdogan didome. Me çawa tarîtiya 12’ê Îlonê li zindan û kolanan parçe kir, em îro jî desthilatdariya faşîst a Erdogan bi çalakiyên xwe ber bi rûxandinê ve dibin.

Vê çalakiya milîsên me ji bo bîranîna hemû şoreşgerên nemir ên li hemberî tarîtiya faşîst a 12’ê Îlonê bûne meşale, hatiye lidarxistin. Hêzên me yên milîs bi selametî vegeriyane û çalakiya xwe bi dawî kirine.”