Milîsên HBDH’ê li Stenbolê rê girt

Milîsên Tolhildanê ya Erdal Nûda ya HBDH’ê li Sûltanbeylî ya Stenbolê 14’ê Çileyê li ser rêyekê rê li hatin û çûnê girtin û agir dadan.

Milîsên Tolhildanê ya Erdal Nûda ya HBDH’ê daxuyaniyek da û got: “14’ê Çileya 2021’ê saet derdorî 21:30’î de li nêzî ketina Pira 3’an a Sûltanbeylî ya Stenbolê Milîsên Tohildanê ya Erdal Nûda a HBDH’ê li ser rê agir dadan û rê li hatin û çûnê girt. Bi agir û molotofên ku bi kar anî bi saetan rê li hatin û çûnê girt û ziyan bi rê ket.

Êdî ji bo faşîzmê û hevkarên wê ti deverek ewle nemaye. Her cûre sûcê li dijî gel, refa karker, jin, ciwan û xwezayê tê kirin, wê bê hesab nemîne; em ê hesab jê bixwazin.”