Milîsên HBDH’ê fabrîqeya AKP’î şewitandin

Milîsên Tolhildanê ya Sakîn Cansiz a HBDH’ê li Bûrsayê fabrîqeyeke ya AKP’iyekê şewitandin.

Milîsên Tohildanê ya Sakîne Cansiz ya Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek da û got: “10’ê Çileya 2021’ê di saet derdorî 10:00’ê sibê de li fabrîqeya Gulcîhan Koltûk AŞ a gelek navendên wê bi navên cihê li gelek deverên anvçeya Kestel a Bûrsayê kar dike, şewitandine. Fabrîqeya ku me kiriye hedef di warê îdeolojîk û aborî de yek ji hucreya faşîst a AKP’ê ye.

Çalakiya me nîşaneya girêdanbûna me ya bi vîna şer û hizrê azad ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e.”