Milîsên Şîa yên Iraqê li sînorê Sûriyeyê dest bi operasyonêkê kirin

Milîsên Şîa yê Iraqê, li Rojavayê Musilê, li nêzî sînorê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest bi operasyonekê kirine.

Milîsên Şîa yên Iraqê ku xwe wekî Hêzên Seferberiya Gel tên binavkirin, dixwazin herêmên Kerawan û Baaj ên ku 100 kîlometre dikeve rojavayê Mûsilê kontrol bikin.

Milîsên Şîa yên Iraqê ku weke fermî ji şerê Mûsilê dûr tê girtin, li rexmê vê herêmek berfireh a dikeve başûrê rojavayê bajêr kontrol kirine. Milîsan bi taybet xetên girîng ên ku çeteyên DAIŞ'ê bikar danî qut kirine.

Di operasyona nû ya ku roja Înê destpêkirî de, hêzên hewayî yên Iraqê jî piştgiriyê dike. Lê belê artêşa Amerikayê piştgirîdayîna milîsan red dike. DYA bi guman nêz dibe û guman ew e ku ev di bingehê vê hêzê de hêzên leşkerî ên Îranê cih bigire be.

Hêzên Seferberiyê ya Gel, weke teorî hikûmeta Bexdayê nas dike. Ev hêz beriya niha 3 salan, di dema çeteyên DAIŞ'ê ji sêyan yekê axa Iraqê kontrol kirin de hatibû avakirin.

Li gorî nûçeya AFP berdevkekî Iraqê diyarkiriye ku herêma bi sînorê Sûriyeyê re kontrol kirin weke piştgiriyekê ye ji bo hêzên hikûmeta Sûriyeyê.