Mîkserên betonê li Valîbagê li ser kar in
Mîkserên betonê li Valîbagê li ser kar in
Mîkserên betonê li Valîbagê li ser kar in
Li Valîdebag a Uskudarê ku di çarçoveya planên ku dihat xwestin mizgeft bê çêkirin de welatiyên ku xwestin ji hatina mîkserên betonê bibin asteng rastî êrîşa polîsan hatin. Her wiha yekîneyên şeredariyê jî dest danîn ser konên ku çalakvanan vedabûn.
Koma ku xwest li Validebag ya Uskudara Stenbolê li hemberî çêkirina mizgeftê derkevin rastî mudaxaleya polîsan a bi gaza îsotê hat.
Welatiyên ku xwestin li gel biryara 7'emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê ku di çaroveya xebatên ji bo mizgeftê nehatine rawestandin û mikserên ku beton ji dikişandin bibin asteng rastî êrîşa polîsan a tund hatin.
Di encama êrîşa polîsan de ku welatî ji ser hişê xwe çûn û konên berxwedêran ên ku di destpêka berxwedanê de hatibû vedan jî ji aliyê yekîneyên şaredariyê hatin desteserkirin.