Pêşniyara AKP'ê ya li ser rakirina mafê destnedanê, wê sibe li Komîsyona Destûra Bingehîn bê nirxandin. Di civîna sibe de, piştî ku AKP pêşnûme qanûna pêşkêş bike, tê payîn CHP û HDP jî pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.
Endama Komîsyona Destûra Bingehîn û Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, ji bo pêşniyara AKP'ê ya di komîsyonê de bê nirxandin got, 'ti aliyekî vê pêşniyarê yê bê qebûlkirin nîne'. Beştaş got, "Ev pêşniyar ne, ji rakirina destnedanê wêdetir asteke rêya ber bi sîstema serokatiyê ve ye. Di ser HDP'ê re dixwazin Meclîsê bêbandor bikin û destûra bingehîn a serokatiyê jê derxînin. Vê yekê jî dixwazin bi rêbaza xistina ji parlamenteriyê, girtin û hemû rê û rêbaza bikin."
Beştaş diyar kir, eger ev pêşniyar qanûn bi vî rengî bê qebûlkirin, di serî de temsîla vîna gel wê hemû hêmanên demokratîk ên divê di destûreke bingehîn de hebin, bên pûçkirin û got, "Wê rê vekin ku bi dayîna fermanekê re parlamenteran karibe bide girtin. Bi vê guhertinê re mafê serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn jî ji holê tê rakirin. Ji aliyê hiqûq û qanûnî ve her gotina vê pêşniyarê, felaket e. Pêwendiya xwe ne tenê bi parlamenterên HDP'yî re heye, yekser siberoja Tirkiyeyê eleqedar dike."
HDP WÊ SIBE ÇI PÊŞNIYAR BIKE?
Endama Komîsyonê parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş li ser pêşniyara xwe ya sibe bikin jî ev agahî da: "Em li dijî rakirina destnedanê dernakevin. Em dixwazin, biryarên tedbîrê yên piştî rakirinê, ji dema piştî parlamenteriyê re bên taloqkirin. Yanî em ê pêşniyar bikin, ku girtin an jî biryara kontrola edlî, ji dema piştî parlamenteriyê re bên hiştin. Ji ber ku wezîfeya bingehîn a parlamenter, bicihanîna wezîfeya qanûndanînê ye. Biryara tedbîrê jî wê van hemûyan ji holê rake. Lewma darizandin û lêpirsîn dikare bê dewamkirin, lê biryar piştî dema parlamenteriyê qediya, divê bi cih were anîn."
Beştaş bal kişand ser nîqaşên derbarê alîgiriya dadgeriyê û got, "Weke xala duyemîn jî em dixwazin parlamenter li Dadgeha Bilind bên darizandin."
HÊZÊN DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ WÊ DI 5'Ê GULANÊ DE LI ENQEREYÊ BIN
Di vê navberê de, li ser banga Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wê nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî û însiyatîfa welatiyan di 5'ê Gulanê de li Enqereyê bin.
Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu got, "Li hemberî zexta li ser parlamenteran û hewldanên avêtina parlamenteran ji meclîsê, nûnerên rêxistinên girseyî, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, însiyatîfa welatiyan û sendîkayan wê di 5'ê Gulanê de li Enqereyê bin û daxuyaniyeke hevpar bidin çapemeniyê."
HEJMARA DOSYAYÊN DESTNEDANÊ GIHAŞT 600 HEBAN
Hejmara dosyayên destnedanê yên gihaştin Meclîsê bû 600. Ji van dosyayan 46 têkildarî AKP'ê, 179 têkildarî CHP'ê, 354 têkildarî HDP'ê, 17 têkildarî MHP'ê û 5 jî têkildarî Parlamentera Serbixwe ya Enqereyê Aylîn Nazliaka ye.
Hejmara parlamenterên têkildarî wan dosya hene, gihaşt 135 kesan. Ji van 27 wekîlên AKP'ê, 51 wekîlên CHP'ê, 49 wekîlên HDP'ê, 7 wekîlên MHP'ê ne. Yek ji van 135 parlamenteran Parlamentera Serbixwe ya Enqereyê Nazliaka ye.