Michel Kilo: Em Xweseriya Kurdan li Sûriyeyê dipejirînin
Michel Kilo: Em Xweseriya Kurdan li Sûriyeyê dipejirînin
Michel Kilo: Em Xweseriya Kurdan li Sûriyeyê dipejirînin
Piştî ku Desteya Bilind a Kurd (DBK) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew amedebûna xwe ji bo hevdîtinan li gel Îtîlafa Niştimanî ya bi serokatiya Ehmed Mehaz xatîp aşkere dikin, hewldanê muxelefeta Sûriyeyê çêbûn ku li gel nunerên gelê Kurd, bi DBK'ê re bicivin. Di wê çarçoveyê de şandeke bi navê Komîtieya Niştimanî ya Aramiya Civakî û Şoreşê di 6 Şubatê de li bajarê Serêkaniyê, bi Desteya Bilind a Kurd re civiya. Di derbarê hevdîtinên şanda muxelefetê û rewşa giştî ya Sûriyeyê û nêzîkatiyên Kurd ji şoreşa Sûriyeyê re. Serokê şandê û endamê Furma Demokrasiyê ya Sûriyeyê Michel Kilo da zanîn ku ew xweseriya demokratîk a Kurdan dipejirînin.
Endamê Furma Demokrasiya Sûriyeyê û muxalîfê Sûriyeyê Michel Kiloku bi armanca hevdîtinê li gel DBK re hatibû Rojavayê Kurdistanê li bajarê Serêkaniyê bersiv da pirsên malpera Lekolin.org . Li ser pirsa ku di vê demê de berê şoreşa Sûriyeyê li ku ve ye Kîlo diyar kir ku: " Em weke muxalefeta Sûriyeyê, çi yê hundur çi jî yê derve û bi hemû aliyan li diwar qelibîn. Berê me li riyeke şaş e. Li cihê ku em berê xwe bidin rejîma Baasê ku bi salan civaka Sûriyeyê çewisandiye. Me berê xwe daye hev û me şerê hev dikin. Bira bira dikuje, ev ne şoreşe ev tevlîheviye û krîzeke kûr e. Ger em xwe sererast nekin, em ê hemû têk biçin. Divê rojek beriya rojekê ev rewş sererast bibe û me berê xwe bidin dijminê esasî ya gelê Sûriyeyê".
'JI ŞERÊ SERÊKANIYÊ REJÎMÊ JÊ SÛD WEGIRT'
Kilo got: " Sûriye ber bi şerekî navxweyî ve diçe. Ji vê yekê tenê yê jê sûd digre rejîma Sûriyeyê û malbata Esat bi xwe ne. Dibe ku îroj li Serêkaniyê şer di navabêr YPG û komên çekdar hebe, lê me kesên dilxwazê şoreşa Sûriyeyê vê asteng nekin, ev şer wê sibê bajarekî din jî do pêç bike. Dibe îro ji derve ve weke şerê Kurd û Ereb tê xuyakirin. Ger em fitneyên rejîma Sûriyeyê û welatên ciran asteng nekin dibe Durzî, Horanî û Xirstiyan û Musluman jî şerê hev bikin. Ev yek dê ne di xizmeta Sûriyeyê û civaka wê de be. Tenê simsarê şer dê qezencan jê bikin".
Michel Kilo di derbarê pirsa daxwazên Kurdên Rojava li Sûriyeyê de jî axivî û wiha dirêjahî dan gotinên xwe: " Li gorî min di destpêka şoreşê de daxwazên birayên me li Sûriyeyê gelek zêde bûn û ne gincawbûn bi rewşa ku Sûriyeyê tê de heye. Dema netewekî daxwaza mafê xwe yê rewa kir pêwîste şert û mercên ku herêma ku tê de hene û xalên muşterek ba bixwîne ku di demek kurt de bigihine daxwazên xwe. Lê di nêrîna min de destpêkê Kurdan ev yek nedît û sîwana daxwazên kurdan gelek zêde bûn. Lê bi dirêjahiya dema şoreşê de Kurd hîn bêhtir rastî raelîteya ku heye hatin û daxwezên maqul ji bo xwe xwestin".
XWESERIYA KURDAN REWA YE
Li ser pirsa ku Kurd Xweseriya Demokratîk ji bo xwe dixwazin û tu weke Michel Kilo ji bo vê daxwazê çi dibêjî?” Kîlo got: " Ez bi hemû hêza xwe Xweseriya Demokratîk dipejirînim. Daxwazên Kurd ya xweseriya Demoratîk mafekî rawa ye. Divê Kurd vê mafê xwe bistînin.Modêla munasîb ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê re û jiyana li Sûriyeyeke demokrat e, ancax bi pêk hatina Xweseriya Demokratîk be".
MICHEL KILO KÎ YE?
Michel Kilo di sala 1940’an de li bajarê Lazqiye ji dê û bavekî Xirstiyan hatiye dinyayê. Xwendina xwe li Lazqiye û Şamê bi dawî kiriye. Niha weke kesayetî muxalîf yê rejîmê tê naskirin. Gelek nivîsên analîzên siyasî li dijî rejîmê nivisandiye. 3 caran ji aliyê rejîma Bass ji ber ramanên siyasî hatiye giritn. Yek ji damezrinerê Îlana Dîmeşq bû û ji bo wê hate girtin. Niha li Parîsê dijî di nava Muxelefeta Sûriyeyê de cihê xwe digire.