Meşvanên rêyan bêhn vedan
Meşvanên rêyan bêhn vedan
Meşvanên rêyan bêhn vedan
Di 4’emîn roja Meşa dirêj ya her sal li Elmanyayê pêk tê de li Duîsburgê ji bo ciwanên Kurd şolen pêk hat.
Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê beriya Mîhrîcana Çanda Kurd ya Navneteweyî ya 22’emîn ya di 13’ê îlonê de pêk tê de meşa dirêj ya ciwanên kurd ku her sal pêk tê di roja çaremîn de didome. Meşa ku ji aliyê rêxistina Ciwanên Azad ve pêk tê bi dirûşmeya ‘Em dimeşin Kobanê û Şengalê, tu jî tevli bibe’ tê kirin. meşa ku nêzî 10 ciwan tevli bûn roja yekşemê dest pê kir û rawestgeha wan ya duh bajarê Duîsburgê bû. Ciwan li Navenda Civaka Demokratîk bi şolenê de hatin cem hev.
DIVÊ CIWAN BERÊ XWE BIDIN KURDISTANÊ
Ji Komîteya Tertîp Mordem Botan axivî û got li dijî Kurdistanê êrîşeke heye û wiha berdewam kir: “Li dijî Şengal û Rojava êrîşek cidî heye. Peywira me ciwanan eve ku em di berxwedana li dijî van êrîşan tê dayîn de cih bigirin. Armanca vê meşê jî eve. Ji ber vê em ciwanên Kurd yênEwropayê divê tevli berxwedana Şengal û Kobanê bibin.” Piştî axaftinan hunermend Bengî Agirî, Sosin, Hozan Serdar û Koma Amargî derketin ser dîkê.
Li aliyê din jî ciwanên vê sibehê ji Duîsburgê derketin rê, piştî meşa 24 kîlometyreyî êvarê dê bigihêjin Dusseldorfê. Ciwan dê êvarê tevli panale bi mijara ‘Geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê’ bibin.
Ciwanên MLKP’ê jî ji duh de tevli meşê bûne û piştgiriyê didin ciwanên Kurd.