Meşvanên Meşa Dirêj: Em êrîşên li ser Şengalê şermezar dikin

Bi mebesta şermezarkirina êrîşên hêzên girêdayî PDK’ê yên bi ser Şengalê de û bi daxwaza naskirina statûya Şengalê meşa Êzîdiyên ku li Dusseldorf a Elmanyayê dayî destpêkirin didome.

Mehmet Surmelî, Suleyman Rengîn, Bedran Kahraman, Heval Kurdistan, Oktay Akaslanç, Hevserokê NAV-YEK’ê Zerdeşt Gunay diyar kirin ku em ji bo statûya Şengalê were naskirin dimeşin.

MEHMET SURMELÎ: Me ji Dusseldorfê dest bi meşê kir. Meş bi 45 kesan dest pê kir û hê jî wiha didome. Em dixwazin êrîşa PDK-AKP’ê ya 3’ê Adarê ya bi ser Şengalê de şermezar bikin û ji raya giştî re ragihînin.

Helbet ev êrîş nayên qebûlkirin. Em hem vê protesto dikin û hem jî dixwazin statûya Şengalê were nasîn. Ji bo were naskirina li qada navdewletî em xebatên girîng dikin. Em dixwazin raya giştî were çêkirin. Heta niha ti kêşe em nejiyane. Li Elman ji cihê ku em diçin pêwendiyeke mezin ji bo me heye. Meşa me 27’ê Adarê wê li Brûkselê biqede.

SULEYMAN RENGÎN: Li ser navê saziya çandê ya Êzîdî em 4 kes tevlê bûn. Em dixwazin çalakî heta bi dawiyê biçe. Em di kû re diçine pêwendiyeke xweş heye. Moral û tevlêbûna hevalan jî pir baş e. Li ser navê PDK bi navê Pêşmergeyên Roja çeteyên AKP’ê 3’yê Adarê li Xanesor a Şengalê êrîş birin ser gelê me û YBŞ’ê. Em bi vê meşê van êrîşan şermezar dikin û divê Şengal bibe xwedî statû. Piştî 3’yê Tebaxa 2014’an êdî Êzîdî û Kurd Şengala berê me nîşan da ku em ne radestî Şengalê û ne jî radestî PDK, hêzên emperyalîst dikin. Em dixwazin di sedsala 21’ê de Kurd li Şengalê di bin banê Kurdistanê ya federal de, weke otonom, bi nav konfederalîzma demokratîk ku projeya Rêber Apo ye dixwazin em xwe bi rê ve bibin. Baweriya me kemilî ye. Em weke gelê Êzîdî em ê an bi ser bikevin an jî bi ser bikevin.

BEDRAN KAHRAMAN: Ez ji Swîsre tevlî meşê bûm. Ez endamê rêveberiya Şengal Dîaspora me. Moralê me pir baş e, çalakiya me serkeftî ye. Armanca meşa me ew e ku ji bo Şengalê statû were nasîn. Em qebûl nakin ku PDK-AKP bi navê Pêşmergeyên Rojava çeteyên xwe li Şengalê bi cih bikin. Li gor me ev nêzîkatî ji DAIŞ’ê xirabtir e. Hêzeke ku di dema êrîşên de parastina Şengalê nekirî, ti maneya wê nîn e ku piştî Şengal rizgar bû bibêje êdî ez ê biparêzim. Em wan li Şengalê naxwazin û baweriya me bi wan nîn e. Erdogan hişkere dijminatiyê li Kurdan dike û Barzanî jî wek waliyê wî çi fermana ku ew dide pêk tîne. Ji bo ku Êzîdiyan bi temamî ji xaka wan bikin van rêbazan bi kar tînin. Em ê hesabê vê bipirsin. Em hewl didn ku ji bo ku statûya Êzidiyan were naskirin, ji bo baweriya dîrokî ya Êzîdiyan were parastin bang li raya giştî û sazî û dezgehên raya giştî û medyayê dikin, destekê ji wan dixwazin. Armanceke me ya dî ew e ku çeteyên li Şengalê demildest ji wir werin vekişandin.

HEVSEROKÊ NAV-YEKÊ ZERDEŞT GUNAY: Armanca me ew e ku em ê êrîşa çeteyên AKP-PDK’ê ye bi ser Şengalê de û zilma ku li gel kirin ragihînin raya giştî. Bi taybetî hî PDK gelê Êzîdî rehet nahêle. Naxwaz gel xwe birêxistin bike û xwe bi rê ve bibe. Li pêş ve dibe asteng. Armanca vê em gel ji vê agahdar bikin û gelê Êzîdî van tiştan qebûl nake. Meşa me ev 3 roj in didomin û pêwendî pir baş in, destekê didine me. Li her deverê ciwan û gelê me destekê didine me. Bi alîkariya we ez deng li gelê me dikim; bila tevlî mîtînga 27’ê Adarê ya li Brûkselê bibin û komkujiyê şermezar bikin.

HEVAL KURDISTAN: Ez ji Celle tevlî meşê bûn. Ez destekê didime xwîşk û birayên xwe yên li Şengal û Rojava. Dive em yek bin. Armanca min a vê meşê pêkhatina yekîtiya Kurdan e. Dema ku li wir xwîşk û birayên me di bin zilma DAIŞ’ê de em em nikarin li vir rehet bin. Çi kesê ku piçek ûdan pê re hebe, divê destekê bide me. Ên dijber jî diyar in û yên ku destekê jî didin. Daxwaza min ew e ku Kurd dev ji Erdogan berdin.

Ji dijmin dost çênabe. Dibe ku beşekî biçûk ê civaka Tirk dostê me be lê piranî ji ji pişt ve em kêr kirin. Lê em tim li cem wan bûn. Lê beriya her tiştî divê Kurd yek bin. Ne girîng e ji kîjan dînî û parçeyî ye. Jixwe tu parçe bûye êdî divê dawiya vê were. Barzanî îro li gelê xwe dixwe, divê vê bibîne. Êdî ji îxanetê re cih nîn e. Divê dev ji îxanetê biqere û em li gewherê xwe vegerin. Ji gelê me tikaya min ew e ku ji kîjan dînî bin em bibin yek û li neteweya xwe binerin. Dİvê em hemû zanibin ku em Kurd in û divê em bibin yek

ENDAMÊ MECLÎSA DÎASPORA BOZO BACINÎ: Armaca min a başdarbûna Meşa Dirêj, ji bo protestokirina êrîşa îxanetê ya li ser Şengalê hate kirine. Wek tê zanîn 3’ê Adara 2014’an, deh hezar pêşmergeyê Barzanî hebûn bê ku yek gulê biteqînin, Êzîdxanê terka mirinê kirin gelê Êzîdî ji çeteyên DAIŞ’ê re hiştin û revîn. DAIŞ’ê gelek mirovên me kuştin, serê wan jêkirin, revandin, keç û dayikê me birin, îro li bazaran difroşin. PKK bi hawara me Êzîdiyan hat û em xilas kirin. Ev exlaqê PKK ye. Îro li çar peçeyê Kurdistanê gelê Kurd li ku derê hebe PKK wan diparêze. PKK ne tenê Êzîdî parast, Hewlêr, Dihok parast, Mexmûr jî parast. Îro li Şengelê bi saya PKK’ê welatiyên me yên Êzîdî rêxistina xwe çêkiriye, YJŞ-YBŞ hatiye avakirin, hêz û rêxistinên Êzîdatiyê çêbûnye. Îro çawa Erdogan dibêje yek al, yek millet, yek dewlet, yek ol, îro jî Barzanî li ser gelê Şengalê polîtîkayê Erdogan dimeşîne. Dibêje bila PKK ji Şengalê derkeve, ev bahane ye. Îro PKK li mexmûr, Kerkûk heye li her derê Başûrê Kurdistanê heye. Armanca wan ew e ku dixwazin Êzîdatiyê tine bikin. Yên ku Êzîdxanê firotibin, êdî ne xwediyê wê ne. Barzanî Êzîdatiyê firot, êdî mafê wî tine bêje ez xwediyê Êzîdiya me. Ji ber ku Êzîdî bûnê xwediyê hêz, dixwaze bi îxanetê bi pêşmergeyê bi navê roj vê hêzê ji holê rake. Dibêjin ez kesekî xerîb li Şengalê naxwazim. Ey Barzanî! madem tu kesekî xerîb li Şengalê naxwazî, ew çi çetêyê dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ne yên ku serê zarokê me jêkirin, jinê me li sûkan difiroşin, te li Başîkayê perwerde kirin cilê pêşmergeyan li wan kiriye anîye Xanesor û Sinûnê, li hemberê me dide şerkirin. Tu dibêjî bila kesî kî xerîb neyê Şengalê, ma ji wan xerîbtir dijmintir, xayîntir çi heye? Ji vê rêyê vegere, wê gelê Şengalê te efû bike. Eger ku tu ji vê rêyê venegerî Şengal wê bibe tirba te, Şengal yê bibe tunebûne te. Ne tenê Barzanî û dewleta Tirk êdî ti hêz nikare li ber hêza Şengalê li ber xwe bide. Em ji bo biçin ber parlementoya Awropayê,me li Dûsseldorf meş destpêkiriye . Em ê heta Birûkselê bi meş in. Ev 3 roje em 90 km meşiyane. Ji ber ku hêz û baweriya me qaîme, ji ber ku qedera me mezine em zêde newestiyane. Em carekî din nahêlin ferman li ser Şengalê rabe. Em ê ruhê xwe têxin qurban, lê em Şengalê bernadin. Şengal îro em in, em Şengal in, YBŞ em in, em YBŞ ne. Ji ber ku YBŞ’ê zarokê ew mirovên serê wan hatiye jêkirine. Ew kesên li ber xwe didin, îro YBŞ-YJŞ ne. 

PKK hatiye alîkariyê bide me. PKK’ê Êzîdî rêxistin kiriye. Îro ambargo daneniye li ser Şengalê. Dibêjin gava em bixwazin wê PKK ji wir derkeve. Lê divê em hêza xwe xurtir bikin, eger ku me hêz û rêxistina xwe xurtir kir, kesek nikare me li Şengalê derxîne. Ya Barzanî! Şengal bi kevir û zarokê xwe re yên te bûn, lê te Şengal firot. Êdî xwediyê Şengalê çêbûne, ew jî Êzîdxane ew jî Êzîdîne, tu kesekê din nîne. Ji bahane, bêbextî û îxaneta xwe vegere. 

GURBET ERELE: Ez wek jinêk Êzîdî ev 3 roj e tevlî Meşa Dirêj a ji bo piştgiriya Şengalê û şervanê xwe YBŞ-YJŞ’ê dibin. Ez silavê xwe yên germ ji dayik û xwişkên xwe yên Şengalê re dişînim. Bijî berxwedana YBŞ- YJŞ’ê. 

ENDAMA SÎWANA MECLÎSA JINÊN ÊZIDÎ SONGUL TALA: Ev 3 roj in me li Dûsseldorfê dest bi Meşa Dirêj kiriye. Armanca me ew e ku em di 4 rojan de xwe bigihînin Brukselê. Bê guman yek jî armanca vê meşê ew e ku ez wek jinek Êzîdî, êrîşên 3’êAdarê ya li ser Şengalê bi destê çeteyê PDK-AKP’ê pêkhatibû şermezar dikim e. Yek jî armanca me ya din ew e ku statûya Şengalê ye. Statû ne tenê ji bo Şengalê, ji bo Kurdistanê jî. Ji ber ku statûya Şengalê tê wateya statûya Kurdîstanê. Wek jinek Êzîdî hêvî û heû daxwaza min rizgarkirina jinên Êzîdî ya ji destê çeteyên DAÎŞ’ê ye. Ez azadiya tevahî jinan taybet azadiya jinên Êzîdî dixwazim. Meşa me bi awayekî bi coş derbas dibe. Me di meşê de bi sedan belavok belav kir. Her ku diçe beşdarvanê me jî zêdetir dibin. Ji ber ku ji her heremekî tevlêbûn çêdibe. Banga min ji bo jinên Kurd, taybetî jî jina Êzîdî re werin em bi hevre vê meşa bi rûmet, bi tevlêbûnek hê xurtir ve ji bo xweseriya Şengalê bimeşin.

Bê azadiya Rêber APO ne azadiya jina Êzîdî ne jî azadiya Êzîdxan gengaz e. Em vê di meşa xwe de her tim tînin ziman. Ji bo vê jî ez dîsa dubare banga li jinê Kurd taybetî jî jinên ciwan ên Êzîdî dikim ku bi ruhê 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana Newrozê, ber bi rojbûna Serokati ve bi beşdariyekî hê xurtir ve beşdarê meşê bibin û em meşa xwe bi awayekî serkeftî bi encam bikin. Dîsa bi vê bûneyê ji serokatiyê re azadiyê dixwazim,em wek jin azadiya Serok Apo wek azadiya xwe dibînin.

ÎDRÎS BAGOK: Ez li ser navê Çira tv û Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî tevlî meşê bûme. Armanca meşa me jî ev e; wek hûn jî dizanin di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li ser civaka me ya Êzîdî qetlîamek fermanek hate kirin. Bi hezaran Êzîdî qetilkirin, bi sed hezaran Êzîdî koçber bûn, bi deh hezaran keç û dayîkê me ketin destê xwedê nenasa çeteyên DAIŞ’ê. Wekî tê zanîn hêzek bi navê PDK’ê qaşo li Şengalê hebû ji bo parastina gelê Şengalê, lê mixabin Peşmergeyê PDK’ê bê ku yek guleyê biteqînin Êzîdî di nav destê DAÎŞ’ê de hiştîn û reviyan. Ev tiştekî berçava bû, her kesî dît û jiya. Piştre PKK bi hewara Êzîdiyan ve çû bi sed hezaran Êzîdî li Çiyayê Şengalê rizgarkir û hêdî bi hêdî xwe ji nû ve ava kir, hêza YBŞ-YJŞ’ê avakirin, ji bo gelê Şengalê ji bo Êzîdxan biparêze û şer bikin. YBŞ-YJŞ gelek Êzîdî li destê DAÎŞ’ê rizgarkir, gelek gundê Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Niha ev tişt li ber çava ne. Îro jî dubare weke qetlîama 2014’an bi wê armancê, bi pêşmergeyan ve êrîşê li ser Xanesor a Şengalê kirin. Em vê tiştê wek civaka Êzîdî bi ti awayî qebûl nakin. Heta gemarê wek DAIŞ’ê û çeteyê PDK’ê di Şengalê de bin em ê berxwe bidin. Em ti hêzî xeynî qebûl nakin. YBŞ-YJŞ’ê hêza parastina civaka Êzîdiyane, yên li berxwe dide û şer dike gûndê Şengalê rizgar dike YBŞ û YJŞ ne. Ez ji ber vê yekê tevlî vê meşê bûme. Ez bang li kesên Kurd, demokrat, welatparêz, bi taybet jî bang li civaka Êzîdî dikim ku dem dema xwedî derketinê ye, xweparastinê ye, dem dema xwedî li YBŞ-YJŞ’ê derketinê ye. Ez bang hemû gelê Kurd taybetî jî civaka Êzîdî dikim, werin em bi hev re roja 27’ê Adarê li ber Parlementoya Ewropa a Brukselê, meşa xwe bi serkeftî bi dawî bikin.

OKTAY AKASLAN: Ez wek Kurdeke musilman û Sûnî ji bo piştgiriya bira û xwikên xwe yên li Şengalê bikim, beşdarî vê meşê bûme. Berê her tiştî divê em wek gelê Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Sedama beşarbûna min a vê meşê, min xwest ez di nav vê yekîtiyê de cih bigrim. Îro xuşk û birayên me di bin zilma DAIŞ’ê de ne. Ew di bin zilmê de bin, em li vir rehet tevbigerin ev yek li dijî wûjdan û exlaqê mirovahiyê ye. Ti nêzîkatiyê wê bi Kurdîtiyê û musilmaniyê ve nîne. Ew kesên xwediyê wujdan divê piştgirê bidin me. Ez bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê li pey Erdogan diçim dikim dev ji Erdogan berdin. Ti carî dijminê mirov nabe dostê mirov. Li derveyê hinek gelên Tirkiye, piraniya Tirkan ji piştê ve me xençer kirin. Lê em her tim li gel wan bûn. Lê beriya her diştî dem dema yekîtiya gelê Kurd e. Divê ti carî cudahiya herêm, perçe yan jî ol, ji bo yekîtiya me nebe asteng. Ji xwe me perçe kirine, divê êdî dawiya li vê perçebûnê bê. Barzanî îro êrîşê gelê xwe dike. Divê her kes vê yekê baş bibîne. Êdî îxanet nayê qebûl kirin. Divê em vê baş bizanibin.