Meşvanên ji baweriyên cuda: Bê Ocalan nabe!

Nûnerên saziyên baweriyên cuda yên tevlî meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê bûne diyar kirin ku Ocalan pênaseya biratiya bawerî û gelan e û ji bo dawîlêanîna tecrîdê divê her kes li ber xwe bide.

Bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê, ji bajarê Baselê heta Strasburgê meşeke dirêj dest pê kir. Meş di roja 4’an de ye. Li ser navê Civaka Îslama Kurdistanê Mele Mehmet Saît Torî û li ser navê Navenda Yekîtiya Komalayên Êzidiyan (NAV-YEK’ê) Sabrî Atan li ser wate û girîngiya meşê ji ANF’ê re axivîn.

MELLE TORÎ: EM TI CARÎ TECRÎDÊ NAPEJIRÎNIN

Mele Mehmet Seît Torî yê li ser navê Civaka Îslam a Kurdistanê di meşê de cih digire, heta niha tevlî gelek meşên ji bo azadiya Ocalan bûye. Torî yê 64 salî kesayetiyeke ku di hemû çalakiyên Ewropayê de cih girtî û tê nasîn e. 

Mele Torî tîne ziman ku ti carî baweriya xwe winda nekiriye ku Ocalan wê azad bibe û armanca xwe ya tevlîbûna meşê wiha vedibêje: “Em bi armanca şandina tecrîda li ser Rêber APO û piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê ketine meşê. Em ê ti carî tecrîdê qebûl nekin. Tecrîd ne tenê li ser Rêber APO ye, di kesayetiya Rêbertiyê de, li ser hemû gelê Kurdistanê tê pêkanîn. Ji bo ku em di ferqa vê de ne em ketine meşê.”

'HIŞMENDIYA DEWLETÊ LI BER OCALAN TÊK ÇÛYE'

Torî yê ku tecrîdê weke sûcê mirovahiyê dinirxîne wiha dibêje, “Ne di Îslamê de, ne ti baweriyên din, ne jî di ti demokrasiyan de tişteke wiha nîne. Ev sûcê mirovahiyê ye. Lewma divê tecrîd bê rakirin. Hişmendiya TC û senteza Tirk-Îslamê li ser Kurdan dide ferzkirin, hişmendiya zext, tinekirin, tinehesibandin, bişavtin û komkujiyê ye. Em li dijî vê hişmendiyê ne û em ê vê himendiyê bişkînin. Li dijî vê hişmendiyê heta niha Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Muhammed û 40 sal in PKK li dijî vê himendiyê têkoşîn dike. Di kesayetiya Ocalan de dixwazin gelê Kurd dîl bigirin. Lê belê rêber APO ev lîstik û plan vala deraniye. Lewre îro di bin tecrîdê de digirin. Îro li her derê cîhanê mirov li ser piyan in û rêberê xwe diparêzin û ev jî tê wateya têkçûna hişmendiya dewletê.”

'HEKE EM MISILMAN BIN DIVÊ EM LI MILÊ KURDAN CIH BIGIRIN'

Mele Torî yê bal kişand ser greva birçîbûnê jî û wiha pêde çû, “Doza Leylayê, doza me ye, doza Rêber APO doza me ye. Dînê Îslamê li dijî zilmê ye, li dijî zilm û koletiyê serî hildaye. Lê mixabin îro li dijî hişmendiya ku hêj jî kurdan weke kole dibîne bêdengî heye. Heke em misilman bin, divê em zilma li ser Kurdan qebûl nekin û li gel Kurdan cih bigirin.”

ÊZIDÎ: AZADIYA OCALAN AZADIYA CIHÊRENGIYAN E

Li ser navê Navenda Yekîtiya Komalayên Êzidiyan (NAV-YEK) Sabrî Atan cara duyemîn e ku dikeve meşên wiha dirêj. Cara yekemîn sala 2015’an ji Luksemburgê heta Strasburgê meşiyaye. Atan ê 54 salî ji roja destpêkê heta niha bê navber azadiya Ocalan diqêre û wisa dikeve objektîfên kamerayên me. Atan armanca xwe ya tevlîbûna meşê wiha tîne ziman: “Ev meş ji bo Êzidiyan xwedî wateyeke mezin e. Di vê meşê de em, di kesayetiya Serok APO de azadiya mirovahiyê dixwazin. Dema Serok APO azad bû wê hemû ol, mezheb û nasnameyên cuda jî azad bin. Binêrin bawerî, nasname, bîrdoziyên cuda, ferasetên cuda yên siyasî ji bo daxwaza azadiya Ocalan û piştgirya çalakiyên grevên birçîbûnê ku tecrîdê bişkînin, bi hev re dimeşin. Rêber APO ev cêwazî anîn li ba hev, ev felsefeya wî ye.”

'SEROK APO HEBÛNA ME LI CÎHANÊ DA PEJIRANDIN'

Atan anî ziman ku Ocalan ji bo Êzidiyan xwedî wateyeke mezin e û wiha pêde çû: “Serok APO, li dijî pergalên ku em nedixistin şûna mirovan, serî rakir û îro hebûna me li hemû dinyayê da pejirandin. Serok APO ji bo hebûna nasname û baweriya êzidiyan rolekî mezin leyîst.”

'ÊZıDÎ WÊ LI BER XWE BIDIN'

Atan, berxwedanên grevên birçîbûnê jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Niha bi pêşengiya hevala me Leyla Guven berxwedanên grevên birçîbûnê didomin. Li Şengalê jî ji bo Serok APO çalakiyên greva birçîbûnê hene. Em baş dizanin ku heta ku tecrîd neşkê, gel azad nabin. Em weke civaka Êzidî emê di hemû çalakiyên ji bo şkandina tecrîdê cih digirin û em bawer dikin ku divê tecrîd bê dawîkirin.”