Meşvanên azadiyê Mehmet Sîncar bi bîr anîn

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çalakiya xwe berdewam dikin, siyasetmedarê Kurd Mehmet Sîncar ê li Êlihê hat qetilkirin, bibîr anîn.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi tevlibûna siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin dewam dike. Yek ji baskê meşê yê Qersê, li Êlihê parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin, li cihê ku hatî qetilkirin bibîr anîn.

Çalakiya bîranînê li kolana Elma ya taxa Çarşiyê pêk hat. Di bîranînê de parlamenterê berê yê DEP'ê Nîzamettîn Toguç ê di heman êrîşê de birîndar bûbû jî amade bû.

Di bîranînê de meşvan û kesên bi wan re wêneyên Mehmet Sîncar û siyasetmedarên Kurd ên hatin qetikirin Habîp Kiliç û Metîn Ozdemîr hilgirtin.

Li vir parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan axivî û got, "Dîroka Komarê bi komkujî, asîmîlasyon û înkarê tijî ye. Yên ku siyaseta demokratîk dimeşînin hatin qetilkirin û avêtin zîndanan. Kujer nehatin cezakirin, hatin xelatkirin. Doza Mehmet Sîncar bi hinceta demboriyê li ser refikên bi toz hate danîn. Em dizanin kiryar kî ne. Ji bo ku careke din siyasetmedar û ciwanên me neyên qetilkirin, em dimeşin."

Newroz Ûysal Aslan wiha berdewam kir, "Di şexsê Mehmet Sîncar de bila sozek me ji bo hemû hevrêyên me yên hatine qetilkirin hebe; Heta ku kujerên hemû hevrêyên me yên hatine qetilkirin neyên cezakirin, heta ku pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser nebe, ev meş wê bidome. Ev meş meşa Mehmet Sîncar, Mehmet Ozdemîr, Vedat Aydin û Mûsa Anter e. Têkoşîna wan rêya me ronî dike. Heta ku Birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe, dê ev meş berdewam bike"

Nîzamettîn Toguç jî wiha axivî, "Mehmet Sîncar, çavê xwe veke û bibîne; hevrêyên te, meşvanên azadiyê li vir in. Îro ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan meşek heye. Birêz Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye. Heta ku azad dibe, divê em têkoşînê bidomînin. Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin ji bo Kurdan xeta sor e. Heta ku Birêz Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, divê çalakî dewam bikin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e."

Di bîranînê de li cihê ku Sîncar hatibû qetilkirin qurnefîl hatin danîn.