Meşa dirêj a Toscana ji bo Kobanê pêk tê
Meşa dirêj a Toscana ji bo Kobanê pêk tê
Meşa dirêj a Toscana ji bo Kobanê pêk tê
Li herêma Toscana ya Îtalyayê meşa dirêj a ev 5 sal e bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’ pêk tê îsal diyarî Kobanê tê kirin.
Meşa ku 5 sal e bi pêşengiya ciwanên Kurd li herêma Toscana a Îtalyayê pêk tê îsal diyarî Kobanê hat kirin. Tê payîn ku ji Kurdên Îtalyayê tevlîbûnek zêde hebe. Meşvan wê li çar şaredariyên li ser rêya xwe bisekinin û tê payîn ku şaredar wan pêşwazî bikin.
Meşa bi şîara ‘Resiste Kobanê, Libertà per Ocalan, pace in Kurdistan’ dê di 22’ê Mijdarê de saet di 09.30’an de li ber Şaredariya Pantedera destpê bike. Meşa ku ji aliyê navenda Çanda Kurd a Pon Sacco hat organîzekirin tê payîn ku Kurdên Îtalyayê tevlî bibin.
ARCI, Tavola della Pace (Maseya Aştiyê), Agora, Rete Komunista (Tora Komunîst) piştgiriyê didin meşê. Her wiha wê Îtalyan jî bi Kurdan re bin.
Meşa ji Pontedera destpê dike wê li bajarên Cascinaia , Cascina, Navacchio ji aliyê şaredariyan ve bên pêşwazîkirin. Meşa ku tê hedefkirin îsal hezar kes tevlî bibin, wê belavok bên belavkirin û ji bo rayedarên şaredariyê dosya bên pêşkêşkirin.
Meş wê saet di 18: 30'an de li bajarê Pîsa bi dawî be.
Endamê Komîteya Amadekar a Meşê Erdal Karabey got ku li bende ne hemû Kurd û dostên Kurdan tevlî vê meşa ji bo Kobanê bibin û got: “Em dikarin vê berxwedana bi heybet a şervanên YPG-YPJ’ê li hemû cîhanê bidin nasîn û bibin bersiv.”