Meşa Dirêj a li Dûîsbûrgê dest pê kir

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dûîsbûrgê meşeke dirêj dest pê kir.

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê, li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê meşa dirêj dest pê kir ku wê du rojan bidome. Meşvanan beriya destpêkirina meşê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) deqeyek rêz girtin.

Baskekî meşê li Bonn-Koln-Dusseldorfê, baskê din jî li Dûîsbûrgê dest bi meşê kir. Meşvan wê 9'ê Sibatê li ber DGB Haûsê ya li Dusseldorfê li hev bicivin, ber bi Parlamentê ve bimeşin û li wir mîtîngekê li dar bxin.

Polîsan beriya destpêkirina meşê dor li NCDK'ê girtin û xwestin pêşî li tevlîbûnê bigirin. Di dema daxuyaniya çapemeniyê de jî xwest girseya gel a hewl dida posterê Rêberê Gelê Kurd Ocalan hilde, provoke bike.

Beşa îro ya meşê wê saet 16'an bi mîtînga li ber gara trenê ya Dûîsbûrgê biqede. Sibe saet 10'an wê roja duyemîn a meşê dest pê bike.