Meşa dirêj a ji bo 'Statuya Şengalê' dest pê kir
Meşa du rojan a navbera bajarên Celle û Hannoverê yên Elmanyayê bi dirûşma "Na ji qirkirine re, statu ji Şengalê re" dest pê kir.
Meşa du rojan a navbera bajarên Celle û Hannoverê yên Elmanyayê bi dirûşma "Na ji qirkirine re, statu ji Şengalê re" dest pê kir.
Meşvan sibeha roja Înê saet di 10:30'î de li parka li pêşiya Şaredariya bajarê Celleyê li hev kom bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê komîteya amadekar Çîçek Fîkret û Cercûr axivîn.
Endamên komîteya amadekar bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Kurdan û xwestin, ku Şengal bibe xwedî statuyekê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi statuya Şengalê pêşî li qirkirinên nû dikare bê girtin.
Meş ji aliyê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat ve tê lidarxistin.
Di meşê de Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, Hevserokê KON-MED'ê Tahîr Koçer û berdevkê eyaleta Saksonya Jêrîn ê Fed-Demê Letîf Karakaş jî amade ne.
Çalakger bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî berxwedana YBŞ'ê", "Bijî berxwedana Heftanînê", "Şehîd namirin" ber bi Larteyê ve dimeşin.
Meş wê roja duyemîn saet di 10:00 de li Larteyê dest pê bike û li Hannoverê bi mîtîngekê biqede. Di çarçoveya meşê de wê saet 16:00 dosyayek têkildarî Şengalê pêşkêşî Meclîsa Eyaleta Saksonya Jêrîn bê kirin. Ji bo mîtînga li pêşiya Meclîsa Eyaletê banga tevlîbûnê li Kurdan û dostên wan hate kirin.