Mercên jiyanê yên penaberan ên li Hamburgê li dijî rûmetê ne
Mercên jiyanê yên penaberan ên li Hamburgê li dijî rûmetê ne
Mercên jiyanê yên penaberan ên li Hamburgê li dijî rûmetê ne
Kampên penaberan ên li bajarê Elmanya Hamburgê her di rojevê de ne. Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansû Ozdemîr a çû serdana kampan, di rûniştina li Parlamenta Eyaleta Hamburgê de destnîşan kir ku konên penaber lê tên hewandin li dijî rûmeta mirovahiyê ye û xwest, şert û mercên penaber têde ne tavilê bên sererastkirin. Endamên Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Hamburgê kar dike jî li kampa Schnackenburgallee'yê geriyan û bi jinên Rojavayî re rûniştin.
Di rûniştina roja Çarşemê ya Parlamenta Eyaleta Hamburgê de, rewşa vehewandina penaberan, bi pêşniyarnameyeke ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a di nava hikûmetê de cih digire re, pêşkêşî nîqaşê hat kirin.
Berdevka ahengiyê û civakî ya koma meclîsa Hamburgê ya Partiya Çep Cansû Ozdemîr jî pêşniyarnameya SPD'ê rexne kir. Ozdemîr da xuyakirin ku konên penaber lê tên hewandin li dijî rûmeta mirovahiyê ye û destnîşan kir ku divê hikûmet ti carî serî li van şêweyên vehewandinê nede.
Ozdemîr diyar kir ku ji ber kampên penaberan tijî bûne penaber li binê konên ji 32 kesan tên vehewandin û anî ziman ku hikûmet ne tenê ji vehewandinê ji mercên vehewandina penaberan jî berpirsyar e. Ozdemîr axaftina xwe wiha dewam kir: "Dixwazin penaberan li keştiyan, li konan bicih bikin û vê dikin jî. Ev çar sal in em bang li vê hikûmetê dikin. Li Hamburgê bi sedan avahiyên vala û yên nayên bikaranîn hene. Me xwestin ev avahiyên vala li gorî penaberan bên sererastkirin. Bi taybetî jî divê malbatên xwedî zarok li malan bên bicihkirin. Jiyana di van mercan de ya bi mehan, derveyî mirovahiyê ye. Ji dema Demokratên Sosyal hatin hikûmetê û vir ve ne konsepteke xwe ne jî polîtîkayeke xwe ya avahiyan a sererast heye. Di dema pêwîst de destwerdan nekirin, niha jî hewl didin me tevlî polîtîkayên xwe bikin. Lê belê em ê polîtîkaya wan a li ser penaberan qebûl nekin."
Li aliyê din endamên Meclîsa Jinê ya Rojbîn çû serdana kampa Schnackenburgalle ya 1500 kes lê tên vehewandin û bi jinên Rojavayî re rûnişt. Di vê hevdîtina sohbetê de, jinên Rojavayî yên bi zarokên xwe re serî li penaberiyê dane, rewşa xwe vegotin û xwestin mercên wan ên jiyanê bên sererastkirin. Jinan diyar kirin ku çar malbat li binê konekî ne û destnîşan kirin ku rewşa paqijiyê ya li kampê xetere ye. Rojavayiyan dan xuyakirin ku çend zarok bi gumana nexweşiya weremê rakirine nexweşxaneyê, lê ji bo bi doktoran re biaxivin, wan tercûman nedîtine.