Meleyên sîxur ên Erdogan ketine nava panîkê
Meleyên DÎTÎB'ê yên li Elmanyayê li mizgeft, dibistan û girtîgehan ji bo MÎT'ê dixebitin û ditirsin ku karê wan ê sîxuriyê kifş bibe, lêpirsîna ewlekariyê qebûl nakin û dest ji karê xwe ber didin.
Meleyên DÎTÎB'ê yên li Elmanyayê li mizgeft, dibistan û girtîgehan ji bo MÎT'ê dixebitin û ditirsin ku karê wan ê sîxuriyê kifş bibe, lêpirsîna ewlekariyê qebûl nakin û dest ji karê xwe ber didin.
Yek ji saziyên sereke yên rejîma AKP'ê yên li Elmanyayê, Yekîtiya Îslam û Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) e. Piştî ku hate eşkerekirin ku DÎTÎB mîna şaxeke MÎT'ê dixebite, kesên li vê saziyê dixebitin ketin ber kontrolê.
Tevî ku karê sîxuriyê yê MÎT'ê li nava çapemenî û raya giştî eşkere bû jî, meleyên vê saziyê hê jî li mizgeft û dibistanên li Elmanyayê dersa olî û li girtîgehan jî 'xizmeta olê' dide Misilmanên mehkûm.
Wezîrê Edaletê yê Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) Peter Bîesenbach, ku meha Gulanê dest bi wezîfeyê kir, ferman dabû ku bi taybetî meleyên DÎTÎB'ê yên li girtîgehan dixebitin bên lêpirsîn. Lêpirsîn wê ji aliyê Rêxistina Parastinê ya Destûra Bingehîn ve bihata meşandin, ku saziya îstîxbarata navxweyî ye.
Lê belê, meleyên DÎTÎB'ê yên ditirsiyan karê wan ê sîxuriyê wê eşkere bibe, lêpirsîna ewlekariyê qebûl nekirin û li pey hev dest ji wezîfeyê berdan. Berî du salan, tenê li 36 girtîgehên li eyaleta NRW 117 mele wezîfedar bûn. Ev hejmar, piştî ku meleyên DÎTÎB'ê dest ji wezîfeyê berdan, daket 25 ji sedî.
TENÊ 4 MELEYÊN DÎTÎB'Ê 'PAQIJ' DERKET
Wezîrê Bîesenbach, agahî da Komîsyona Edaletê ya Meclîsa Eyaleta NRW û anî ziman ku tenê 4 ji van meleyan endamê DÎTÎB'ê ne. Berdevkê Wezareta Edaletê ragihand, tenê çar ji van meleyan lêpirsîna ewlekariyê qebûl kirin û di encama lêkolînan de tespît bû ku ji bo karê xwe bidomînin ti astengî li pêşiya wan nîne.
Ji ber ku meleyên Tirk dest ji wezîfeyê berdan, tenê li 18 ji 36 girtîgehên NRW xizmeta olî ji mehkûmên Misilman re tê dayin. 35 ji sedî yê 16 hezar û 500 girtî û hikumxwarên li NRW biyanî ne. Ji bo meleyê dixwaze li girtîgehan wezîfeyê bikin, serê saetê 20 Euro pere tê dayin.
Meha Tebaxê, îdareya girtîgeha bi navê 'Lubecker Hof' ku yek ji mezintirîn girtîgehên li NRW ye û li bajarê Dortmûndê ye, bi însiyatîfa xwe biryar dabû ku 4 meleyên DÎTÎB'ê nexe girtîgehê.
MELE NIKARIN BÊJIN 'EZ RADÎKAL NÎNIM'
Rêveberiya girtîgehê ragihand, ku wan ji 4 meleyên Tirk xwestine ku mohra xwe deynin binê ewraqên bi nivîsa "Pêwendiya min bi mirov û rêxistinên radîkal re nîne" û van meleyan ev daxwaz red kirine. Her wiha Eyaleta Rheînland Pflaz jî red dike ku meleyên DÎTÎB'ê serdana girtî û hikumxwaran bike.
Rewşeke sosret a mîna ya li Elmanayê, li Swîsreyê jî rû da bû. Derketibû holê, ku meleyê ji bo dayina xizmeta olî ji mehkûman re hatibûn wezîfedarkirin, bêyî ku ji kontrola ewlekariyê ya dewletê bên derbaskirin, li kar hatibûn bicihkirin.