Mele Bextiyar: Dewleta Tirk rêvebertiya Ocalan qebûl kir
Mele Bextiyar: Dewleta Tirk rêvebertiya Ocalan qebûl kir
Mele Bextiyar: Dewleta Tirk rêvebertiya Ocalan qebûl kir
Berpirsyarê Desteya Kargiriyê ya Yekitî Niştimanî Kurdistan YNK'ê Mele Bextiyar destnîşan kir, ku dewleta Tirk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêber qebûl kiriye.
Mele Bextiyar beşdarî civîneke li ser ronakbîriya Kurd û Ereb a li bajarê Necefê bû û bûyerên dawî nirxand.
Li gorî nûçeya Pûkmedîa Mele Bxtiyar bal kişand ser tevgera azadîxwaz ya netewî li parçeyên Kurdistanê û mafê çarenivîsa wan û her weha çendîn nimûneyên dîrokî anî ziman.
Mele Bextiyar got: “Serxwebûna Kurdistanê û azadkirina tevahiya axa Kurdistanê prensîpa stratejiye liba hemû rêberên Kurdan li hemû parçeyên Kudistanê.”
Di axaftina xwe de Mele Bextiyar bal kişande ser goftûgoyên niha ku di navbera dewleta Tirkiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de destpê kiriye.
Mele Bextiyar di vê mijarê de weha got, “Ew goftûgoyên niha li Bakûrê Kurdistanê di navbera dewleta Tirkiyê û birêz Abdulah Ocalan de li zîndanê destpê kiriye, tê wê wateyê ku dewleta Tirkiyê Ocalan wek rêber qebûl kiriye û PKK`ê jî weke tevgera rizgarîxwazî ya netewiye li Bakûrê Kurdistanê ye.