Mehmet Ocalan: Divê heyet biçe Girava Îmraliyê

Mehmet Ocalan: Divê heyet biçe Girava Îmraliyê

Mehmet Ocalan li Girava Îmraliyê bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku divê heyet biçe Girava Îmraliyê û divê heyet ji hevserokan pêk bên.

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cumalî Karsu û Şeyhmuz Poyraz ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin bi malbatên xwe re hevdîtina astayî pêk anîn. Mehmet Ocalan di vegera Girava Îmraliyê de pirsên rojnamegeran bersivandin û anî ziman ku wan hevdîtina malbatan li dar xistin. Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê di demekî kin de heyete biçe Girava Îmraliyê û wiha got: "Divê demekî herî kin de hevserok û an jî heyetekî din biçe Giravê. Heke peyam bi çûkan re ji raya giştî û Qendîlê re naçin. Heke peyam biçin dê bi mirovan biçin. Hevserok an jî heyet biçe gelek girîng e. Ez vê dibêjim."

Ocalan bersiva pirsa "Dê rojên pêş de bi Ocalan re hevdîtin bê kirin?" wiha da: "Em vê yekê nizanin" Ocalan, da zanîn ku hikûmet û dewlet dê biryara vê yekê bide û wiha axivî: "Heke pêvajo pêş bikeve divê hevdîtina duyemîn pêk bê. Ev peyam bi çûkan naçin dê bi mirovan biçin. Heke hevserok biçin dê nîqaşên hêj demokratîk pêk bên. Heyetekî din jî dikare biçe lê heke hevserok biçin hêj girîngtir e û pêvîst e."

Ocalan piranîna pirsên rojnamegeran bê bersiv hiştin û dema li wesayîtê siwar bû jî wiha got: "Divê hemû kes tevkariyê bide pêvajoyê. Ev kar bi şova di televîzyonan çênabe. Hewcehî bi melzemeyan tuneye hewcehî bi kar heye. Heke çapemenî peywira xwe bi cih bîne dê tevkariyê bide pêvajoyê." Pişt re malbat ji Gemlîkê veqetiyan.