Mehmet Ocalan diçe Îmraliyê

Mehmet Ocalan diçe Îmraliyê

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîqaşên li ser heyeta duwemîn ya ji BDP û KCD berdewam dikin, hate hînbûn ku, birayê Ocalan Mehmet Ocalan dê îro biçe Îmraliyê.

Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heya niha destûr nadin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêkbînin, Mehmet Ocalan ji bo bidawî anîna çalakiya birçîbûnê 17’ê Mijdara 2012’an û 14’ê Çileya 2013’an du caran karî biçe serdana giravê.

Piştî komkujiya Parîsê çend rojan hevdîtin bi Ocalan re çêbû û gotibû; “Ev mirov li nava Ewropayê hatin gulebaran kirin. Guleyên ku li serê 3 jinan dayîn, li demokrasiya Ewropayê dane. Berpirsyartiya herî mezin di serî de li ser mile Fransa û welatên Ewropayê ye. Pêvajo pir hesase, pêwîste her kes di ferqa wê de be. Eger ev pêvajo bête bloqe kirin, dê rojên bê zehmet tir bin. Pêwîste gel hîn hişyartir û tedbîrtir be. Ronîkirina komkujiyê dê sûdê bide pêvajoyê jî.”

Di 3’ê Çileya 2013’an de jî Hevserokê KCD Ahmet Turk û Parlementerê BDP’ê yê Êlihê Ayla Akat çûbûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re pêkanî bûn.