Medya Haber ekranên xwe li gel vedike
Medya Haber erkranên xwe li gel vedike û got,''Em armanc dikin ku dengê we bigihînin hemû cîhanê.''
Medya Haber erkranên xwe li gel vedike û got,''Em armanc dikin ku dengê we bigihînin hemû cîhanê.''
Medya Haber TV îro daxuyaniyek da, bal kişande ser gefxwarina vîrûsa koronayê û got, ''Di serî de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Imraliyê rehîn tê girtin, rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehan tê meraqkirin.Guhertina cihêkar a yasaya ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê aniy rojeva Meclîsê bi bertekan tê pêşwazîkirin.''
'BI TELEFONÊ DENGÊ XWE BIDIN BIHÎSTIN'
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
''Malbatên girtiyan diyar kirin teklîfa guhartinê li dijî mafê mirovan, hiqûqa navnetewî û Destûrê ye, saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafê mirovan dixwazin ku hemû girtiyên siyasî û hemû girtiyan vehewîne.
Ji bo me girîng e bê ka temaşevan li ser guhartina yasayê ya ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê anîne rojevê, çi difikirin. Ji ber vê em armanc dikin bi bernameya ''Dengê Gel'' dengê we bigihînin hemû raya giştî. Hûn jî nav heftiyê bi saeta Ewropayê di navbeyna 14.00-15.00'an de, bi saeta Amedê di navbeyna saet 15.00-16.00'an de li nimroyên 0032 53683951, 0032 53680237, 0032 53663971 û li nimroya Whatsappê ya 00 32 467 81 16 76 bigerin û bi weşana zindî fikrên xwe bibêjin.''