Medya Îranê çi dinivîsîne?

Çalakiyên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Medya Îranê jî li derve li çavkaniya pirsgirêkê digere. Reformîst û mûxafazakar di argumana 'hêzên derve' de li hev kirine.

Çalakiyên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî xizanî, bêkarî, buhabûna jiyanê û zextên rejîmê dest pê kirin, di roja 4'an de ne. Medya Îranê ku daxwazên gel ji nedîtî ve tê, mîna îdeolojiya fermî ji bo pirsgirêkê dibêje 'hêzên derve', 'navendên fitneyê' û 'lîstikên cîhana rojava'.

Rojnameyên nêzî reformîstan dixwazin, çalakger bi rengê 'yên bi hêzên derve ve girêdayî ne û yên bi wan ve negirêdayî ne' bên cihêkirin. Rojnameyên mûxafazakar jî di argumana 'fitneya hêzên derve' de israr dikin.

REFORMÎST BI LÎSTÎKA LIHEVKIRINÊ DILÎZIN

Rojnameya Armanî Emrûz a nêzî reformîstan, gotina Wezîrê Karên Hundir ê Îranê ku ji gel re gotibû 'daxwazên xwe bi rengekî medenî bînin ziman' kir manşet. Rojnameyê cihekî berfireh da vê gotina wezîr; 'Yên dixwazin çalakiyan bikin bila bi rengekî nivîskî serlêdanê bikin'. Her wiha banga 'diyaloga neteweyî' jî yek ji sernavên rojnameyê ye.

Rojnameyeke din a reformîstan Afkabi Yezd jî pirsa 'Aboriya Îranê çima kete vê rewşê?' kir. Rojnameyeke din a reformîstan Îtîmat jî ji bo bersiva vê pirsê manşeta 'Gendelî û bertîlê rê li ber erdhejê vekir' bi kar anî.

KARÊ MÛXAFAZAKARAN NE HÊSAN E: FITNEYA HÊZÊN DERVE!

Rojnameyên nêzî mûxafazakaran ku ji roja destpêkê ve çalakiyan weke 'karê fitneya derve' şîrove dikin, di vê îdîaya xwe de israr dikin. Rojnameya herî kevn a Îranê Îtlaatê, gefa Alî Xamaney kir manşet ku Xamaney ji molayan re got, 'li dijî taktîkên êrîşê yên dijmin amade bin'.

Rojnameya Îranê ku weke rojnameya fermî ya rejîma Îranê tê naskirin, di sernavê manşeta xwe de pirsa 'Divê em bi çi rengî nêzî çalakiyên dawî bibin' kir û piştre xwest li dijî çalakiyan, çalakî bên amadekirin û manşeta 'Dema hişyariya neteweyî' bi kar anî. Di nûçeyê de hat gotin, 'Ji bo pêşî li gotin û çalakiyên kelecanî were girtin, divê destûr ji radîkalan re neyê dayin' û bi vî rengî xwest zemîn ji destwerdaneke tund re bê amadekirin.

Rojnameyeke din a mûxafazakaran Cewan jî manşeta 'Hesabê xizanan û munafiqan cuda ne'. Rojnameya Cûmhûrî Îslamî ya heman hêzê jî daxuyaniyên Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Berhem Kasimî yên li ser DYA kir manşet û got, 'Ya ku DYA dike fitne û durûtî ye'.

Rojnameyeke din a ku balê dikişîne ser daxuyaniyên Qesra Spî Keyhan e. Rojnameyê manşeta 'Dibe ku gel rabû be ser piyan, lê divê destûr ji pêla fitneyê re neyê dayin'.

Ji rojnameyên aboriyê yên welêt Wetenî Emrûz jî manşeta 'Benzîn bi 300 tumenî erzan bû' hewl da çalakgeran bixapîne. Rojnameyeke din a aboriyê Cihan3ı Senat jî manşeta 'Di nava salê de nota kredî ya Îranê herî zêde di van sê rojan de ket'.