Meclîsên gel kongreyên xwe pêk anîn

Meclîsên gel ên li bajarên Elmanyayê kongreyên xwe pêk anîn. Yuksel Koç bi rêya telefonê ji beşdarên kongreya Koblenzê re axivî û li ser greva birçîbûnê agahî da.

Meclîsa Gel a Demokratîk a li bajarê Koblenzê yê Elmanyayê, kongreya xwe ya 3. li dar xist. Kongre bi beşdariya 120 delegeyî pêk hat û Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ê li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî. Koç bal kişand ser girîngiya kongreyê û hesasiyeta serdemê.

Koç li ser grevên birçîbûnê got, "Divê em teqez li ber faşîzmê rabin. Demeke dirêj e me bedena xwe danîn holê û hewl dan rê nedin faşîzmê. Çiqasî dewam dike bila dewam bike. Eger her mirovên me, welatparêz û dostên me bi hişmendiya berpirsyariyê li gel me bi wezîfeyên xwe rabin, em ê hingî bi ser bikevin. Hêvîdar im bêyî êşên giran rû bidin, em ê bi hev re, bi hêza xwe û tevlîbûna her kesî bigihêjin armanca xwe." Di dawiya kongreyê de rêveberiya ji 21 kesî hate hilbijartin. Zeynep Irmak û Nûrettîn Eraslan ji bo hevserokatiya meclîsê hatin hilbijartin.

GÎESSEN

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Gîessenê kongreya xwe ya 9'an pêk anî. Kurdistaniyên li Gîessen û bajarên derdorê tevlî kongreyê bûn. Rojhat Dersim li kongreyê axivî, bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk û got, "Barekî giran dikeve ser milê me. Divê em bersivê bidin pêvajoyê." Hediye Acar û Abdulvahap Alper ji bo Hevserokatiya NCDK a Gîessenê hatin hilbijartin.

BODENSEE

Kongreya li Bodensee ya li başûrê Elmanyayê, li komeleya Kurd pêk hat. Siyasetmedar Arîf Engîzek li kongreyê axivî û diyar kir, grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin û li her derê belav bûn, çalakiyeke di cih de ye. Di dawiya kongreyê de Fatoş Elbîstan û Mûstafa Pazarcik bûn hevserokê NCDK a Bodensee.

HAGEN

Li bajarê Hagenê Meclîsa Gel kongreya xwe pêk anî. Qisekeran bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdê.

OLDENBÛRG

Li herêma Aûrîch a Oldenbûrgê, Meclîsa Jinê ya Zelal kongreya xwe ya 4'an pêk anî. Kurdistaniyên li Oldenbûrg û derdora Aûîrchê tevlî bûn.