Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê konferansên herêmî li dar dixin

Ferat Dalkiran ji bo beşdariya konferansên herêmî yên Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê bang kir ya ku ew ê roja Yekşemê li Amedê li dar bikeve. Dalkiran got ku, “Ciwan ew ê bi bidestxistina danheviya îdeolojîk, dîrokî û çandî têbikoşe.”

Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê bi şîara ‘Em xwe bi rêxistin bikin û azad bibin’ di 30’ê Îlonê de ew ê li Amedê konferansa herêmî li dar bixin. Endamê Meclîsa Ciwanan Ferat Dalkiran têkoşîna ciwanan û rola konferansê ji ANF’ê re nirxand.

Dalkiran di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna ciwanan ketiye nav rehavetekê û got ku, “Dema em li sala 2015’an dinihêre ya ku şer û berxwedan dest pê kir em dibînin ku têkoşîna ciwanan qels bûye. Ev jî ji ber rehaveta sala 2013’an a pêvajoya çareseriyê pêk tê. Piştre bajar hatin wêrankirin, mirov hatin qetilkirin û pêkutiya dewletê zêdetir bû. Gelê me di vî warî de piçekî xwe vekişand. Aliyekî din vê xwevekişandinê jî ciwan bûn. Girseya ciwanan roj bi roj bêrêxistin man.”

‘RÊXISTINBÛNA CIWANAN TEKANE RÊYA SERFIRAZIYÊ YE’

Dalkiran got kui, “Ciwan ne girseyeke bêdeng in. Ji ber ku em di qadên Newrozan de dikarin vî tiştî bibînin. Salên borî gelê me di Newrozan de li Amedê, Cizîr û Nisêbînê li ser lingan bûn. Ciwanên lîse û zanîngehan li pêş bûn. Gelê me jî ev dîtin û dewletê jî dît. Qelsiyên me ciwanan jî heye. Ya herî pêşîn bêrêxistinbûn. Em nikarin enerjiya xwe ya heyî bidin cihekî. Ji bo me tişta ku hewcehî pê heye, rêxistinbûn e. Rêxistinbûna ciwanan tekane rêya serfiraziyê ye.”

‘CIWAN DIXWAZIN XWE BIRÊXISTIN BIKIN’

Dalkiran diyar kir ku wan li hin bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hin hevdîtin û meclîs ava kirine û got ku, “Di van organîzasyonan de me dît ku pêdiviya ciwanan bi rêxistinbûnê heye. Girseyek heye ku dixwaze bi nîqaş, parvekirina û hevgirtinê xwe birêxistin bike. Ciwanan me û gelê me vî tiştî dixwazin, nexwe divê em jî wisa nêzikî meseleyê bibin.

Ciwan beriya ku xwe nas bikin hewl didan têkevin nav çalakiyan. Lê êdî divê ne wisa be. Ciwan dixwaze ku hin qad hebe, xwe lê îfade bike. Heke ciwan dixwazin di warê siyasî de xwe îfade bike, amadekirina zemîna vî tiştî peywira me ye. Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê ji bo vî tiştî hate amadekirin.”

POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ

Dalkiran diyar kir ku kêşeyan divê ew bi danheviya îdeolojîk, dîrokî û çandî çareser bikin û got ku, “Em bi tûrnûwayên spor, konferans û forûman dixwazin vî tiştî pêk bînin. Divê ciwan ne di warê hestiyarî de, divê di warê teorîk û polîtîk de karibe tevlî têkoşînê bibe. Li her dera Kurdistanê fihûş û tiryak zêde bûye. Ev tişt bi destê dewletê bûye bazirganiyek. Hedefa dewletê ew e ku bi kodên gel û ciwanên me bilîze.”

BANGA JI KONFERANSÊ

Dalkiran ji bo konferansa herêmî ya di 30’ê Îlonê de bang kir a ku ew ê li Amedê li dar bikeve û got ku, “Em hemû gel û ciwanan xwe vedixwînin konferansê. Ciwanên rêxistinbûyî dikarin tiştekî bikin. Me ev zemîn ava kiriye. Bila ciwanên me werin, em nîqaş bikin û kêmasiyên xwe bibînin. Dema ku em pêşniyazên çareseriyê bibînin, ew ê serfirazî ji bo me nêz be.Tekane rêya geşbûna têkoşînê ev e. Kesên bêrêxistin nikarin mezin bibin. Bi rêxistin û nîqaşan em dikarin ber bi serfiraziyê ve bimeşin.”