Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê: AKP û MHP ji ciwanan ditirse
Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê derbarê 36 endamên xwe daxuyanî yên ku hatine destgîrkirin û got ku “AKP û MHP nikarî ciwanan têxe nav tiryak û paşverûtiyê û ji ber vê jî ji ciwanan ditirse.”
Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê derbarê 36 endamên xwe daxuyanî yên ku hatine destgîrkirin û got ku “AKP û MHP nikarî ciwanan têxe nav tiryak û paşverûtiyê û ji ber vê jî ji ciwanan ditirse.”
Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê li Stenbolê têkildarî destgîrkirin 36 endamên meclîsa xwe li avahiya HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û destgîrkirin şermezar kirin. malbatên ciwanên di binçavan de, parêzerên ciwanan û Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn.
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Gulay Alabuga bi bîr xist ku zextên li dijî partiya wan her roj zêdetir dibin û endamên wan ji ber li dijî şer derketine hatine destgîrkirin û endamên wan li dijî îşkence û muameleya xerab jî ji 10’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Alabuga bal kişand ser astengkirina xebatên ciwanan û got: “Bloka AKP-MHP’ê bi girtin û îşkenceyê dixwazin xebatên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê asteng bikin. Birêvebirina xebata ciwanan rewa ye. Em ê tu carî li dijî zext, êriş û îşkenceyê bêdeng nemînin û berxwedana xwe bidomînin.”
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Bozkurt jî axivî û diyar kir ku pêwîst e ciwanên hatine destgîrkirin bên berdan û got: “Wê nikaribin bi zext, destgîrkirin û îşkenceyê dengê Kurdan bibirin. Bila dawî li zilma li ser zarokên me bînin. Bi hezar salane Kurd li ser vê axê mafên xwe dixwazin. Wek din jî em tiştekî din naxwazin. Tu sûcekî zarokên me nîne. Bi sedan zarokên me niha di girtîgehan de ne. Hûn nikarin wiha Kurdan biqedînin.”
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Bedîa Ozgokçe jî got: “Li vî welatî ewqas neheqî û bêhiqûqî tên kirin kes wan nagire. Niha zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Em li pey zarokên xwe ne. Zarokên me berdin.”
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî got: “Ev demek dirêj e li vî welatî mirov nikare behsa maf û hiqûqê bike. Hiqûq bûye amûra zextên îktîdarê. Kêfa vê îktîdarê ji kî re nayê vê amûrê dixwe dewrê û wan digire. Îktîdar dixwaze bi van operasyonên destgîrkirin û girtinê ciwanan bêdeng bike.”