Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat banga xwedîderketina li şaredariyan kir

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Amedê da û bang li gel kir, ku xwedî li şaredariyên xwe derkeve û li dijî AKP'ê têbikoşe.

Serokê Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat Fîkret Îgrek li ser hewldanên dagirkeriyê yên AKP'ê û binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyek da.

Îgrek got, "Tayyîp Erdogan dibêje 'Mûsil û Heleb berê yên me bûn'. Baş e ez jî vê dipirsim; Herêma Ege, Stenbol û Kurdistan berê yên kê bûn? Osmaniyan 65 ferman bi ser me Êzidiyan re rakir. Di sala 1937'an de Komara Tirkiyeyê li dijî Elewiyan komkujî û qirkirin kir. Di sala 1914'an de xwişk û birayên me yên Suryanî û Ermenî qir kir.

Ji sala 1980'ê û pê ve, we bi polîtîkayên xwe yên qirêj, Kurdên Êzidî, Kurdên Elewî û Suryanî ji cih û warên wan kir.

We vîrûseke ji zîhniyeta Osmanî ya dijminê mirovaniyê afirandin. Ev jî çeteya DAIŞ'ê ye. Bi destê vê çeteyê we xwestin hebûna gelê Kurdistanê tine bikin, vîna gelê Kurdistanê bişikînin.

Vîrûsa DAIŞ'ê bi ser neket, planên AKP û PDK'ê têk çûn. Ji ber ku hûn bi ser neketin, niha jî radibin siyasetmedarên Kurd, hevşaredaran digirin. Ev yek jî tê wateya êrîşeke mezin li vîna gelê Kurdistanê. Ev, êrîşa li dijî hebûna Kurdistanê ye."

'EM BI HEV RE LI BER FAŞÎZMÊ RABIN'

Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek da xuyakirin, ku mîna serdema Osmanî ya mêtînger, niha jî hikûmeta AKP'ê Kurdistanê dagir û talan dike û ev bang kir: "Ez bang li hemû bawermendan, hemû gelan, Elewî, Êzidî û Suryaniyan dikim; Em li şaredariyên xwe, li parlamenterên xwe, li axa xwe ya Kurdistanê xwedî derkevin. Em bi hev re li ber faşîzma AKP'ê rabin."