Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand

Meclîsa Dayikên Aştiyê ku li Mêrsînê avakirina xwe ragihand, bal kişand ser bêhiqûqiyên zêde dibin û xwest tecrîd were bi dawî kirin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê li Mêrsînê avakirina xwe ragihandin. Di civîna ku li avahiya Rêxistina Navçeya Akdenizê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat de gelek Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyên Mêrsînê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) amade bûn. 

Dayikên Aştiyê damezrandina Meclîsê diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û Fatma Ûyar, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr ên ku di 4’ê Çileya 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi gulebarana wesayîta zirxî hatin qetilkirin, kirin. 
Meryem Erbey a di civînê de axivî û bal kişand ser bêhiqûqiyên di salên dawî de li welat zêde bûn û xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dawî bibe.