Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî destgîrkirinê banga têkoşînê kir

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî pêla destgîrkirinê ya li ser ciwanan helwest nîşan da û bang kir ku rêxistiniya têkoşîna yekbûyî ya ciwanan were kirin.

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî pêla destgîrkirinê ya li ser ciwanan daxuyaniyek da. Meclîsa Ciwanan daxuyaniyeke nivîskî da û got, ''Ji roja ku me bi rengê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê rêxistiniya xwe kiriye û heta niha tim bi destgîrkirin, revandin, ferzkirina sîxurttiyê hewl tê dayin ku em werin pirnisandin. Bi encama her polîtîkaya zextê, Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê pergala rêxistiniya xwe, helwesta xwe ya li dijî faşîzmê bêhtir zelal kiriye.''

Meclîsa Ciwanan got mînaka vê ya dawî Duşemê di pêla destgîrkirinê ya ser endamên wan de, ya li Edene dîtine û got, ''Em vê êrîşa faşîst, a berê sibehê ya bi rengê şikandina deriyan, destgîrkirina 23 hevalên me, ji Geziyê, ji Sûrê û ji Cizîrê nas dikin.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Ev êrîşên faşîst ên sîstematîk ên li dijî ciwanan û hemû bendan, çawa ku duh ti encam bi xwe neanîbin û ji niha û pê de jî wê ti encamê neyînin.

Têkoşîna demokratîk a ciwanan bi rengekî ku bi destgîrkirin, girtin û her cure polîtîkayên şerê taybet nikare were pêşxistin xwedî hîmekî îdeolojîk û dîrokî ye. Kokên me digihin cihên herî kûr ên 68'an, li sêderan, li Denizan, li zindaên Amedê û Mezlûman e. Ev polîtîkayên faşîst dev jê biqerin ku em li ber we çokên xwe deynin, wê bibin sedema sereke ya geşkirina têkoşînê. Bi vê çarçoweyê banga me li hemû ciwanan e; em ban dikin ku li dijî faşîzmê rêxistiniya têkoşîna yekbûyî ya ciwanan bikin, li Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê rêxistiniya xwe bikin.''