Meclisa Ciwanan a BDP’a Hezexê: Têkiliya me bi bûyerê re nîne!
Meclisa Ciwanan a BDP’a Hezexê: Têkiliya me bi bûyerê re nîne!
Meclisa Ciwanan a BDP’a Hezexê: Têkiliya me bi bûyerê re nîne!
Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a BDP’a navçeya Hezêxê li ser aloziyên li herêmê de çêbûyîn de hatî dayîn de, hatiye ragahindin ku têkiliya wan bi bûyera êrîşa li ser şaredariyê û daliqandin pankartê bi avahiya partiyê ve nîne.
Ji aliyê Navenda BDP’ê ve di 26’ê Kanûnê de li Amedê, bi şîara “Bi rêveberiya çewherî, nasnameya azad” namzetên serokên şaredariyên yên 30’ê Adara sala 2014’an hatibûn diyar kirin. Jibo Serokê Şaredariya navçeya Şirnexê Hezexê Hikmet Demir habû diyar kirin. Piştî daxuyaniyê bi îdaiya ku naxwazin ji aliyê komekê ve êrîş li ser avahiya şaredariya Hezexê pêk hatî kirin, Pankartek li ser “Baskê Ciwanên Hezexê” hatî nivîsandin bi Avahiya BDP’a Hezexê ve hatibû hilawistin.
‘
TÊKILIYA PÊ RENÎNE, EM GIRÊDAYÎ BIRYARÊN PARTIYÊ NE’
Meclisa Ciwanan a navçeye Hezexê di derbarê mijarê de daxuyaniya nivîskî dan û dan diyar kirin ku tu têkiliya me bi biryarnê re nîne û wiha pêde diçe; “ Hinek kom yan ji kes bi çalakiyê provokatîf re mujîl dibin. Ev çalakiya kirin ji aliyê organên ragihandinê ve xwestin bûyerê bikin stoyê me de, wek me kirin dan pêş. Bila hemû gelê me baş bizanibe ku, em weke Meclisa Ciwanan bi hemû biryarên partiya xwe ve girêdane. Emê wek referandûmên Xweseriya Demokratîk nêzî hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an dibîn, emê bi misogerî di vê hilbijarinê de bi serbikevîn. Wek hemû xebatên xwe emê di xebatên hilbijartinan de jî bi awayekî aktîf rol bigrîn. Emê li gel hevalên xwe bi meşîn.”
Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku qet têkiliya xebatkarekî Ciwanên BDP’a Hezexê bi bûyerê re ne hatiye dîtin û wiha dom dike; “Emê wek her carê li himberî bûyerên wiha yên bi provokatif rawestin. Em dixwazîn binîn ziman ku em bûyerên wiha û yên wekî vîna şermezar dikîn.”