Meclîsa Aştiyê bi ‘Aqilmendan’ re pêvajoya çareseriyê diaxive
Meclîsa Aştiyê bi ‘Aqilmendan’ re pêvajoya çareseriyê diaxive
Meclîsa Aştiyê bi ‘Aqilmendan’ re pêvajoya çareseriyê diaxive
Meclîsa Tirkiyeyê ya Aştiyê bi ‘Heyeta Aqilmendan’ re hat gel hev û pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin. Wê di cîvînê de mijara pêvajoya çareseriyê divê bi kîjan gavan bê dewamkirin were nîqaşkirin.
Endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê bi kesên di Heyeta Aqilmendan de cih digirin “Di rêya pêvajoya çareseriyê de civîna şêwirmendiyê” li dar xistin.
Di civîna li Salona Civînê ya Balat a Navend Halîç Kongre di nav wan de Fuat Keyman, Rojnamevan û nivîskar Sîbel Eraslan, hiqûqnas Levent Korkut, Kezban Hatemî, Mîthat Sancar, Zubeyde Teker, Lamî Ozgen, Dogu Ergîl, Vahap Coşkun, Berîl Dedeoglu, Ozturk Turkdogan, Celalettîn Can, Mehmet Uçum jî hene ji Heyeta Aqilmendan nêzî 30 kes beşdar bûn. Di civînê de li ser navê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz, Gulten Uçar, Tatyos Bebek, Bekîr Berat Ozîpek û Husnû Ondul amade bûn.
Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê endamê Meclîsa Aştiyê Hakan Tahmaz ve hat kirin. Tahmaz ê der barê armanca civînê de daxuyanî da got ku Meclîsa Aştiyê ji roja destpêkirina Pêvajoya Çareseriyê di nava hewldanan de ye û wiha dewam kir: “Beriya her tiştî ji bo ev pêvajo bigihije aştiyeke mayînde û çareseriyekê di asta heyatî de em girîng dibînin. Di vê civînê de piştî qanûna ku di pêvajoya çareseriyê de em wek qonaxeke nû dibînin divê çi bê kirin em ê biaxivin. Wek saziyên civaka sivîl em dikarin çawa tevkariyê li pêvajoyê bikin em ê nîqaş bikin.”
Tahmaz di dewama axaftina xwe de got ku di pêvajoya çareseriyê de du nuqteyên girîng hene. Yek ji wan rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ya din jî wê pêvajo çawa bi rê ve biçe û diyar kir ev her du nuqte ji bo wan girîng in. Piştî Tahmaz yek ji endamên Meclîsê Tatyos Bebek jî got ku wê hin wezîfedarên gelemperiyê yên hikûmetê diyar kirine jî tevlî civînê bibûna, lê ji ber hin sedeman tevlî nebûn.
Piştî axaftinan ji bo nîqaşkirina “Qanûna Çarçove” civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.