Me hovîtiya wan raxist pêş çavan, lewma me ji welatîbûnê derdixînin
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, ku gefa derxistina ji welatîbûnê lê tê xwarin got, "Ji ber ku me sûcên ji aliyê Erdogan ve hatine kirin eşkere kir, vê yekê li me dikin."
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, ku gefa derxistina ji welatîbûnê lê tê xwarin got, "Ji ber ku me sûcên ji aliyê Erdogan ve hatine kirin eşkere kir, vê yekê li me dikin."
Parlamenterê berê Uçer jî, ku heman gef li wî jî tê xwarin gotin, "Li her cihê em lê ne, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin."
Nîqaşên li ser derxistina ji welatîbûnê ya mûxalîfên li derveyî Tirkiyeyê, ku ev demek bû di rojeva meclîsê de bû, qediyan. Îro li rojnameya fermî hate ragihandin, 130 kes ku parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Tûgba Hezer û parlamenterê berê Ozdal Uçer jî di nav de ne, eger di nava sê mehan de venegerin Tirkiyeyê wê ji welatîbûnê bên derxistin.
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û got, ji ber ku wan sûcên Erdogan li Cizîr û Sûrê kir raxist pêş çavên raya giştî ya cîhanê, hewldaneke bi vî rengî li dijî wan tê kirin.
'ERDOGAN SÛCEKÎ MEZIN Ê ŞER KIR'
Sariyildiz mijar ji ANF'ê re nirxand û got, "Biryara derxistina ji welatîbûnê, yek ji gavên mayîndekirina sîstema faşîst a desthilatdariya AKP'ê ye. Ti pêwendiya vê biryarê bi hiqûqê re nîne. Pêwendiya xwe bi tirs û paranoyayên Erdogan re heye. Êdî Erdoganekî welê heye, ku li ezmanê welatê xwe jî di bin parastina balafirên şer de digere, ji bo silavekê bide leşkerên xwe hemû çekên wan ji wan distîne û bi tirs dijî. Vê biryarê em matmayî nehişt. Ji xwe ev demek bû pêkanînên bi vî rengî hebûn. Bajarên Kurdistanê hatin hilweşandin, zarokên berxwedêr ên gelê Kurd bi rengekî komî hatin şewitandin. Sûcekî mezin ê şer hate kirin. Erdogan ê ku fermana vî sûcî daye, ji bo xwe ji xeteriya darizandina ji ber vî sûcê şer rizgar bike, ev ferman daye. Ji ber ku, ji roja partiya min ez li derveyî welat wezîfedar kir û vir ve, ji bo sûcên AKP'ê raxim pêş çavan, ez xebitîm."
'AKP BI VÊ BIRYARÊ NIKARE PÊŞÎ LI ME BIGIRE'
Parlamenterê berê yê Wanê Ozdal Uçer jî got, "Ev biryara AKP'ê ji bo pêşîgirtina li têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ye. Ev biryara li dijî me, siyasî ye. Lêpirsînên dozgeriyê weke hincet nîşan dane û me ji welatîbûnê derdixînin. Ev rewş, yek ji bi sed hezaran bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê tên kirine. Eger ji wan heye ku bi gefa derxistina ji welatîbûnê dikarin me ji têkoşîna me vegirin, hingî xwe dixapînin. Em ê li her cihê lê bin, têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin."
Uçer destnîşan kir, li Tirkiyeya bi rêveberiya AKP'ê, ewlekariya jiyana kesî nîne û wiha dewam kir: "Ji ber van şert û mercan, bi deh hezaran kes ji ber zextên li Tirkiyeyê reviyane Ewropayê û welatên din ên cîhanê û penaber bûne. Ev mirov, mexdûr in."
Der barê vegera li Tirkiyeyê Uçer got, "Em azad in, em ê li welatekî demokratîk vegerin. Em ê vegerin welatekî ku azadî, wekhevî û demokrasî ji bo her kesî heye. Em ê vegerin welatekî ku AKP lê nîne. Ji bilî vê yekê, em ti ferz û zextên AKP'ê qebûl nakin."