Mcgurk: Tirkiyeyê ji bo pêşiya DAÎŞ’ê bigire sînorê xwe negirt

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê yê DYE’yê Brett McGurk got ku “Ji bo ku DAÎŞ ji Tirkiyeyê neçe Sûriyeyê me ji Tirkiyeyê xwestibû ku sînorê xwe bigirin. Lê Tirkiyeyê vê daxwaza me red kir.”

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê yê DYE’yê Brett McGurk diyar kir ku ji 110 welatan 40 hezar endamên DAÎŞ’ê ji sînorê Tirkiyeyê çûne Sûriyeyê.

McGurk ji medyaya DYE’yê re axivî û bal kişand ser vî tiştî ku “Xilafeta DAÎŞ’ê li ser sînorê Sûriyeyê ye. Ji bo ku Tirkiye sînorên xwe bigire, em bi wan re civiyabûn. Armanca me ev bû em nehêlin ku endamên DAÎŞ’ê biçin Sûriyeyê. Lê Tirkiyeyê sînorê xwe negirt û ji me re got em ê negirin.”

Brett McGurk got ku “Piştî ku Kurdan beşeke sînor bi dest xistin, wê demê Tirkiyeyê li ser sînor dîwar lê kir û sînor girt.”

McGurk duh daxuyanî dabû û diyar kiribû ku biryara Serokê DYE’yê Donald Trûmp a vekişandina ji Sûriyeyê şaşiyeke mezin e.