Mayer: Çeteya Osmanî ji hêla hikûmeta Tirk ve tê birêvebirin
Piştî ku Parlamenterê HDP’yî Garo Paylan diyar kir ku planên suîkastê li Ewropayê li ser Kurdan, Ermenan, nûçegihan û akademîsyenan hene, bertekên ku tên berdewam dikin.
Piştî ku Parlamenterê HDP’yî Garo Paylan diyar kir ku planên suîkastê li Ewropayê li ser Kurdan, Ermenan, nûçegihan û akademîsyenan hene, bertekên ku tên berdewam dikin.
Siyasetmedarên Elman xwest ku ev îdîa bi pûtepêdanî werin lêkolan. Nîqaş bi taybetî li ser çeteya Osmanî ya Elmanya ya bi ser AKP’ê ve dibin.
Beriya bi demeke kurt qenala televizyonê ya ZDF’ê ya Elman û rojnameya Stûttgarter Nachrîchten derxiste holê ku rêveberên rêxistina çete bi Alîkarê Serokê Karê Derve yê AKP’ê û Parlamenterê Stenbolê Metîn Kulunk re di nav têkiliyê de ne.
Nûçe spartin protokolên çavdêr û guhdarîkirinê yên yekîneyên Elman ên ewlehiyê.
Hate diyarkirin ku Kulunk gelek caran pere ji rêveberên çeteyan re şandine û di nav van de kesên ku pir nêzî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî hene.
Li ser van îdîayan Teşkîlata Emniyetê ya Baden Wurttembergê derbarê rêxistina çete ya ku bi neteweperestên radîkal tê binavkirin lêpirsîn da destpêkirin.
Bêhtir jî pirsa wê tê kirin bê ka ev çete ji derveyî welat ve tê birêvebirin an na.
Berdevkê Polîtîkaya Navxweyî ya Koma CDU/CSU (Partiyên Yekîtiya Xiristiyan a Meclîsa Federal a Elmanya) Stephan Mayer diyar kir ku ‘ bi rengekî cidî’ divê lêpirsîna van îdîayan were kirin.
Mayer ku ji serwîsa Tirkî ya DW, saziya medyayê ya Elman re axivî, diyar kir û got li gorî nîşaneyên berdest çeteya ‘Osmaniyên Elmanya’ bi rengekî berbiçav ji hêla hikûmeta Tirk ve tê birêvebirin.
Mayer diyar kir dibe ku kesên pir nêzî Serokkomarê Tirk jî di nav rêveberina vê rêxistina çete de bin. Siyasetmedarê CSU got divê ‘pir bi cidî’ li ser van îdîayan were sekinandin.
Wekîlê Koma FDPê (Partiya Demokratên Azad a Meclîsa Federal) Stephan Thomae jî got, ‘’saziyên ewlehiyê yên eyaletê dest bi şopandina vê komê kirine.’’
Thomae got, ‘divê ev îdîa bi pûtepêdanî werin lêkolan.’’
Stûttgarter Nachrîchten nivîsî û got çeteya Osmanî li Vestfalya a Rena Bakur, Hessen û Baden-Wuttembergê çalak in û komên Kurd ên li Elmanya ji xwe re kirine hedef.
ÇETEYA OSMANÎ DI BAZIRGANIYA JIN Û TIRYAKÊ DE JÎ AKTÎF E
Li gorî ajansa Elmanya DW’yê çeteya Osmanî ya Elmanya ku 2014’an li Hessenê hate damezirandin li gel çalakiyên tundiyê her wiha di bazirganiya jin, tiryakê de jî aktîf e.
Li Elmanya di vê sala dawî de gelek agahiyên derbarê sazî û çeteyên bi ser AKP’ê ve derketin holê.
Xebatên sîxûriyê yên li mizgef û weqfan têne kirin, planên tora sîxûran a MÎT’ê û suîkastan hatin deşîfrekirin. Gelek kes hatin binçavkirin, lê ji ber têkiliyên hikûmeta Merkel a bi rejîma Erdogan re ser gelek dosyayan hate girtin.